Serdana El Şîbanî ya ji Enqereyê re û hevdîtinên li Misirê rojevên rojnameyên erebî ne

Serdana El Şîbanî ya ji Enqereyê re û hevdîtinên li Misirê rojevên rojnameyên erebî ne Li gorî çavdêran Esed El Şîbanî ji bo agahdarkirina rayedarên dewleta Tirk berê xwe daye Enqereyê. Hate gotin El Şeybanî di serdanê de detayên dan û standinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de bi wan re parve kirine. Li aliyê din li Şarm El Şêx a Msirê tevgereke dîplomatîk a zêde di navbera Îsraîl û Hemasê de heye.

Serdana El Şîbanî ya ji Enqereyê re û hevdîtinên li Misirê rojevên rojnameyên erebî ne
9 cotmeh, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser serdana wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji Enqereyê re, her wiha destwerdana dubarekirî ya dewleta Tirk di kar û barên Sûriyeyê de, anîn rojevê. Di heman demê de dan û standinên li Şarm El Şêx a Misirê di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk tên, wek rojeveke din a sereke derket pêş.

Rojnameya El Ereb di nivîsa xwe de diyar kir ku serdana El Şeybanî ya ji Enqereyê re bi armanca agahdarkirina rayedarên Tirk pêk hatiye. Wî hemû detayên dan û standinên roja sêşemê di navbera fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî, serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û nûnerên Amerîkayê yê li Sûriyeyê de pêk hatine, bi rayedarên dewleta Tirk re parve kirine.

Rojnameyê da zanîn ku di daxuyaniyên El Şeybanî û Hakan Fîdan ên civîna çapemeniyê de, diyar bû ew ji wan dan û standinan ne razî ne.

Rojnameya El Sûrî der barê mijarê de diyar kir ku daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê destwerdana zêde ya dewleta Tirk a di kar û barên Sûriyeyê de nîşan dide û wiha nivîsî: “Destwerdana wan sînorê helwestên siyasî derbas kiriye. Heta gihaştiye asta bandora wan li ser biryara siyasî ya Sûriyeyê bibe. Ew dixwazin dan û standinên di navbera QSD’ê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de asteng bikin.”

Rojnameyê li ser zimanê çavdêran wiha da zanîn: “Ev mijar gefa aloziya li ser erdê zêdetir dike. Derfeta derxistina bêaramiyê li bakur û başûrê Sûriyeyê zêdetir dike. Daxuyaniyên Hakan Fîdan bi awayekî diyar li gorî helwesta El Şeybanî pêk hat. Wan dixwest vegera ji peymana 10’ê Adarê rewa bikin. Hevokên girover ên têkildarî yekitiya xaka Sûriyeyê û serweriya wê dianîn ziman, bêyî ku behsa sedemên rastîn ên astengkirina peymanê bikin.”

Rojnameya El Xelîc behsa dan û standinên li Şarm El Şêx ên têkildarî Xezayê yên di navbera Îsraîl û Hemasê de kir. Rojnameyê wiha nivîsand: “Dan û standin bi beşdariya nûnerên şandeyên Amerîka, Qeter û Tirkiyeyê, her wiha Misir û Îsraîlê pêk hatin. Di vê asta beşdarbûnê de diyar dibe derfeteke nû ya pir baş der barê temamkirina pêvajoyê de heye. Beriya niha tu caran dan û standin wiha nêzî lihevkirinê nebûne. Serokê Amerîkayê Doland Trump bi tîma xwe ya payebilind a Ewlekariya Neteweyî re civînek li dar xist. Mijara dan û standinan tê de nirxand. Ev civîn beriya Witkoff û Kushner berê xwe bidin Şarm El Şêx, pêk hat.”

Rojnameyê bi bîr xist ku ev dan û standin dibe ku di demeke nêzîk de li ber biryara pêkanîna plana Trump a der barê Xezayê de pêk were.  Pê re çarenûsa şerê li Xezayê û çarenûsa hikumeta Îsraîlê diyar bibe. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu perspektîfên zelal dane ekîba xwe da ku sînorê xwe yê diyarkirî derbas nekin û mijarên girêdayî rawestandina şer li Xezayê nîqaş nekin. Di heman demê de tevgera Hemas jî daxwaza misogerkirina zelal a rawestandin şer, kir.

(BC)