44 jin tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn

Li Akademiya Şehîd Hîra Wan 44 jin piştî qedandina dewreyeke perwerdeyê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn.

44 jin tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
9 cotmeh, 2025   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

44 jin piştî ku dewreya perwerdeyê li Akademiya Şehîd Hîra Wan qedand, tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn–Jin bûn. Dewreya perwerdeyê ku bi navê şehîd Ronîda Osman Ebdo hatibû vekirin 3 mehan dewam kir.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Desteya Hundirîn û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Di merasîmê de axaftin ji aliyê endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin, Kombûna Jinan a Zenûbiya û malbata şehîd Ronîda ve hatin kirin. Di axaftinan de rola jinan a di parastina aramî û ewlehiyê de û têkoşîna wan a berdewam a ji bo azadî û parastina civakî, hate vegotin.

Di dawiyê de bawername li jinên tev li dewreya perwerdeyê bûbûn hatin belavkirin û malbata şehîd Ronîda Osman Ebdo hate xelatkirin. Her wiha wêneyê wê radestî malbata wê hate kirin.

(bb)