Lamîa Asu piştî 31 salan li benda vegerê ye

Lamîa Asu ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hate berdan, birin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê bajarê îzmirê ya Tirkiyê. Lamîa Asu, li bendê ye ku vegere Efrînê.

Lamîa Asu piştî 31 salan li benda vegerê ye
9 cotmeh, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

 Lamîa Asu ya ji bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin û 31 salan di girtîgehê de bû, ji bo dersînorkirinê birin Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Harmandali ya bajarê Îzmîrê ya Tirkiyê . Lamîa Asu, ji bo paşveşandinê li wir tê sekinandin.

Lamîa Asu, di 14’ê Gulana 1994’an de li bajarê Sêrtê ya bakurê Kurdistanê hate girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê cezayê muebbedê lê birî. Tehliyeya Lamîa Asuyê ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve ji bo salekê hatibû taloqkirin.

 Parêzerê Lamîa Asuyê Selahattîn Tîmûr, da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya miwekîla wê baş e û got: “Şert û mercên cihê lê tê ragirtin baş nînin. Di mijara xwarin û hîjyenê de pirsgirêk hene. Her wiha pirsgirêka ragihandinê dijîn. Em li benda wesayîtê ne. Dema wesayît hate amadekirin dê bibin deriyê sînor.”