Nûnerê Eşîra El Sada El Eşraf: Êrişa li ser QSD'ê êrşa li ser eşîran e

Nûnerê eşîra El Sada El Eşraf li Sûriye û Iraqê diyar kir ku her êrişek li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrişek li ser eşîran e. Her wiha diyar kir ku êrişên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehî û aramiyê têk dibe, û rê li ber vegera çeteyên DAIŞ'ê vedike.

Nûnerê Eşîra El Sada El Eşraf: Êrişa li ser QSD'ê êrşa li ser eşîran e
1 kanûn, 2025   05:25
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê demên dawiyê êrişî deverên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi taybet li rojhilatê Dêrazorê û deverên gundewarê Heleb û Reqayê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bersiv êrişan dan.

Derbarê armanc û encamên van êrişan de, endamê Miclisa Rûspiyên Eşîran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerê eşîra El Sadah El Eşraf li Sûriye û Iraqê  Şêx Hesen El Sada, diyar ku ev êriş neheq in, bi taybt di demekê de ku gelê Sûriyeyê daxwaza avakirina dewletek demokratîk û nenavendî dike.

Şêx Hisên El Sada der barê mijarê got: "Di dema rejîma Baasê de, Sûriyeyê bi dehsalan êşa zulmê, kuştin û koçberiyê kişand. Bi hilweşîna rejîma berê û hatina hikûmeta veguhêz li Şamê, gelê Sûriyeyê bi hêvî bû ku ji komên çekdar xilas bibe û dewletek piralî, demokratîk û nenavendî ku hemî pêkhateyên civaka Sûriyeyê dihewîne, were avakirin. Ev hêvî hîna jî heye, lêbelê li ser erdê hîna pergala komên çekdar heye ku li gorî planên Tirkiyeyê tevdigerin ku armanc dikin ku tevna civakî ya Sûriyeyê parçe bikin, ev tevna ku bi hezaran salan hatiye çêkirin."

El Sada li ser êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Hêzên QSD`ê ji aliyê kur û keçên eşirên cuda ve hatine damezrandin, bi armanca parastina gelê Sûriyeyê, avakirina dewletek demokratîk, parastina yekîtîya axa Sûriyeyê û têkbirina çeteyên DAIŞ'ê. Divê hikûmeta veguhêz fêm bike ku êrişkirina van hêzan êrişek li ser eşîr û gelên herêmê ye."

Şêx Hisên El Sada bang li hikûmeta veguhêz kir ku bersiva daxwazên gelê Sûriyeyê, bi taybetî yên Kurd, Elewî û Durzî bide, van pêkhateyên ku di dîrokê de gelek êşên cûrbecûr ên zulm û zordariyê kişandine. El Sada wia pê de çû "Van pêkateyan li Sûriyeyê xwedî dîrokek bi rumet in, û heke hikûmeta veguhêz bi rastî dixwaze welêt ji mîrata rejîma berê xilas bike, divê ew daxwazên gelê Sûriyeyê bi hemû cihêrengiya xwe bicîh bîne."

Şêx Hisên El Sada her wiha diyar kir ku êrişên komên girêdayî hikûmeta veguhêz rasterast rê li ber vejîna çeteyên DAIŞ'ê vedikin, û destnîşan kir ku DAIŞ niha êrişî deverên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike, û ev êriş di dema êrişên çeteyên Tirkiye de pêk tên. El Sada got ku ev yek ewlehî û aramiyê têk dide, xizmeta berjewendiyên DAIŞ dike û rê li ber wê vedike ku bigihîje armancên xwe.

Di 19`ê Mijdarê de, QSD du dronên DAIŞ'ê xistin xwarê, ev dron ji çeperên komên girêdayî hikûmeta veguhêz li nêzî gundê Xanim El Elî li gundewarê rojhilatê Reqayê hatibûn avêtin.

(k)

ANHA