Şêniyên Tirbespiyê: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji me re bûne bingeh

Li Tirbespiyê komek ji bo xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin. Endamên komê dibêjin ramanên Rêber Ocalan ji wan re bingehek ava kiriye.

Şêniyên Tirbespiyê: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji me re bûne bingeh
Şêniyên Tirbespiyê: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji me re bûne bingeh
Şêniyên Tirbespiyê: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji me re bûne bingeh
Şêniyên Tirbespiyê: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji me re bûne bingeh
Şêniyên Tirbespiyê: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji me re bûne bingeh
Şêniyên Tirbespiyê: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji me re bûne bingeh
10 gulan, 2024   03:05
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dest pê kirine. Yek ji wan jî li Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ye ku komek ji bo xwendina pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin.

Koma xwendinê ji siyasetmedar, rewşenbîr, endamên saziyên civakî yên Tirbespiyê pêk tê. Parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a Sosyolojiya Azadiyê dixwînin.

Di mehê de 3 caran kom tê gel hev û pirtûka Sosyolojiya Azadiyê tê xwendin û li ser beşên ku xwendî nîqaşên berfireh tên kirin.

Minteha Mehmûd yek ji endamên komê ye û diyar ku ew bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwazin ramanên wî bêhtir nas bikin û xwe bi pêş bixin. Mintehayê got: “Me pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ji xwe re hilbijart, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan tê de gelek xalên sereke dinirxîne. Em gelekî jê îstîfade dibin.”

Minteha Mehmûd wiha dom kir: “Di dîrokê de tu kesî maf nedaye jinan. Tenê Rêber Abdullah Ocalan maf daye me jinan û em parastin. Rêbertî ji bo me jinan bingehek da avakirin.”

Ebdilrehîm Hiso endamê Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) ku ew jî ciyê xwe di koma xwendinê de digire, dibêje armanca wan ji vê komê ew e ku ramanên Rêber Ocalan baştir nas bikin û got: “Ji bo ku em bikarin bibin bersiv ji pirsgirêkên civakê re, divê em Rêber Abdullah Ocalan baş nas bikin û xwendina xwe zêde bikin.”

ANHA