Li Şêrawa cotkar seferber bûne

Dewleta Tirk a dagirker rojane Şêrawa topbaran dike. Metirsiyên cotkaran jî ji ber şewitandina zeviyan heye, lewma jî bi şev û roj nobetê lê digirin û ji bo rewşên awarte xwe amade kiriye.

Li Şêrawa cotkar seferber bûne
Li Şêrawa cotkar seferber bûne
Li Şêrawa cotkar seferber bûne
Li Şêrawa cotkar seferber bûne
Li Şêrawa cotkar seferber bûne
Li Şêrawa cotkar seferber bûne
10 gulan, 2024   06:05
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Navçeya Şêrawa ya girêdayî Efrînê ku dibe sînorê herêmên dibin dagirkeriya çeteyan û herêma Şehbayê, rojane tê topbarankirin.Metirsiyên cotkarên Şêrawa hene ku ji ber bombebaranê zeviyên wan bişewitin, lewma jî ji bo rewşên awerte amadekariyên xwe kirine.

Mihemed Genco cotkarekî ji gundê Bênê ye. Genco diyar kir ku her roj topbarana dewleta Tirk li ser gundên Şêrawa heye û metirsiya wan di dema çinînê de zêdetir bûye.

Mihemed Genco destnîşan kir ku gundiyên wan li hember êrişên dewleta Tirk li ber xwe didin. Her wiha wan ji bo parastina mewsima xwe amedekariyên xwe jî kirine; wek peydakirina traktor û sahrîcên avê. Genco got: "Em ê her tim li hemberî êrişan li ber xwe bidin û ji gundê xwe dernakevin.”

Her wiha cotkarê ji gundê Bênê Mihemed Mihemed jî diyar kir ku wan genim û ceh çandine û niha amadekariyan dikin da ku di dema şewatekê de yekser mudaxeleyê lê bikin û got: “Tevahî gundê Bênê û cotkarên wê zêviyên xwe diparêzin.”

Her wiha cotkara bi navê Nîdal Yûsêf a ji gundê Ziyaretê jî got wan jî ji bo parastina zêviyên xwe amadekarî kirine û wiha domand: "Sala par li gel me şewat çênebû, lê li gundên din ên navçeya Şêrawa çêbû û ziyanên madî çêbûn. Cotkarên Ziyaretê bi şev û roj bi hev re zeviyên xwe diparêzin.”