ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-05-2024
10 gulan, 2024   02:00

Li Tirbespiyê komek ji bo xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin. Endamên komê dibêjin ramanên Rêber Ocalan ji wan re bingehek ava kiriye.

Dayikên gerîlayan berxwedana zarokên xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk silav kir û tevkariya PDK’ê şermezar kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Teqayê di 7 salan de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ew destkeftî bi saya şêniyên Tebqayê û saziyên tenduristî, aborî, xizmetguzarî, siyasî û leşkerî hatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker rojane Şêrawa topbaran dike. Metirsiyên cotkaran jî ji ber şewitandina zeviyan heye, lewma jî bi şev û roj nobetê lê digirin û ji bo rewşên awarte xwe amade kiriye.

Dijminên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rê û rêbazan cuda şêniyên herêmê dixapînin ji bo ku wan ji vê pergala civakî dûr bixin. Fuad Mihemed yek ji qurbaniyên van hewldanan e ku rûyê rastîn ê wan aliyan aşkera kir.

Hanî El Cemel diyar kir ku Qeter dev ji navbeynkariya di navbera Îsraîlê û Hemasê de bernade û got heke berovajî wê jî pêk were û Enqere bi vê rolê rabe, wê demê mekanîzmayên dan û standinê yên di destê dewleta Tirk de ji yên di destê Qeterê de bi hêztir dibin, ji ber ku Washington nikare fişarê li Enqereyê bike.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi diruşma ˊEm ê bi zanist û zanînê dagirkeriyê têk bibinˊ li hola Serdem a Hesekê kongreya xwe ya 2ˊyemîn li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lijneyên komîseriyê yên li Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê û Til Koçer ên kantona Cizîrê re li Navenda Aram Dîgran a bajarokê Rimêlanê civînekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê guhertinê di Qanûna Dabeşkirina Îdarî de li avahiya Rêveberiya Xweser a Tebqayê rûniştinekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)