Şêniyên Til Temirê piştgirî da pêngava ‘Dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’
Şêniyên bajarê Til Temirê piştgirî dan qonaxa sêyemîn a pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirîka Kurd re çareserî" ku dê di demeke nêz de bi dirûşma "Dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" dest pê bike.

10’ê Cotmeha 2023’yan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" pêngaveke navneteweyî hatibû ragihandin. Di çarçoveya pêngavê de li gelek welatên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di Adara 2024’an de pêngav derbasî qonaxa duyemîn bû.
Piştî ragihandina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de, çav li rê ye ku qonaxa sêyemîn a pêngava navneteweyî bi dirûşma "Dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" were ragihandin.
Têkildarî pêngavê şêniyên bajarê Til Temirê nêrînên xwe anîn ziman.
Îbrahîm Elo piştgirî da pêngavê û got: "Rêber Abdullah Ocalan xwedî ramanekî azad e ku banga xurtkirina biratiya gelan û bidawîkirina feraseta desthilata Tirk dike, ji ber vê yekê jî ji hemû gel û pêkhateyan alîgirên Rêber Abdulah Ocalan hene."
Îbrahîm Elo bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker nêzî 3 salan e tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dimeşîne û hevdîtinên malbat û parêzerên qedexe dike. Lê di heman demê de hewl dide bi rêya şandina şandeya DEM Partiyê sûdê jê bigire da ku hêrsa gel a li hundirê Tirkiye ya ji ber pirsigrêkên aboriyê derketine, kêm bike.”
Îbrahîm Elo îşaret bi vê yekê kir ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan mafekî siyasî û mirovî ye û got: "Rêbertî girtiyekî ji rêzê nîn e, lê belê ronakbîrekî navneteweyî ye, berhemên wî yên felsefekîk û pirtûkên wî li gelek welatên cîhanê wekî wane tê dayîn." Her wiha da zanîn ku tecrîda wekî sûcekî qanûnî û mirovî bi nav kir.
’JI TARÎTIYÊ EM BIRIN RONAHIYÊ’
Leyla Ruqyedîn jî bi van gotinan piştgirî da pêngavê: "Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin pêngavê, ji ber ku Rêber Abdullah me di aliyê fikrî de azad kir. Em tecrîdê qebûl nakin û diyar dikin ku li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, mafên rewa yên Rêbertî hene ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike."
Leyla Ruqyedîn anî ziman ku dewleta Tirk îdiaya mafên mirovan dike, lê bi awayekî aşkera qanûnan binpê dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê rakirina tecrîdê bibe gava yekemîn a ber bi aşîtiyeke mayînde ve."
Elî Mihemed Elo da zanîn ku divê dewleta Tirk bersiva banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bide û got: "Divê bersiva pêngavê bi rakirina tecrîd û qedexeya hevdîtinê ya malbat û parêzeran dest pê bike."
Elî Mihemed Elo di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk heya niha der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de tu niyetên durist aşkera nekirine, lê di dîtineke ewlehî nêzî pirsgirêka Kurd dibe. Her wiha got, egeer dewleta Tirk di pêkanîna guhertinê de cidî be, bila gavên durist biavêje.
Elî Elî jî îşaret bi vê yekê kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê daxwazeke siyasî ye, gaveke cewherî ya ber aramkirina Rojhilata Navîn ve ye û got: "Azadiya wî mifteya bidawîkirina şeran e."
(bb)
ANHA