‘Aştî bi yekalî nabe’
Şêniyên Hesekê der barê biryara PKK’ê ya bidawîanîna têkoşîna çekdarî de anî ziman ku aştî bi yekalî nabe û got divê dewleta Tirk jî bi rakirina pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, serbestberdana girtiyên siyasî û mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan di destûrê de bersiva pêngava PKK’ê bide.

Nûnerên partiyan û şêniyên bajarê Hesekê têkildarî biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoya xebata siyasî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ferhan Dawûd biryara PKK’ê wekî qonaxeke girîng di dîroka nakokiyên siyasî û leşkerî li Rojhilata Navîn nirxand û got: "Danezana bidawîkirina têkoşîna çekdarî daxwaza PKK’ê ya vekirina rûpeleke nû ya diyalogan nîşan dide. Lê aştî ji yekalî tenê ve çênabe."
Ferhan Dawûd anî ziman ku divê dewleta Tirk banga PKK’ê bibersivîne û nafên siyasî û mirovî yên Kurdan mîsoger bike.
Emel Qehreman biryara PKK’ê bi "gaveke cidî ber bi aştiyê ve" şîrove kir û ev li gotinên xwe zêde kir "Aştî nayê wateya bêçekirinê tenê, lê divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin, girtiyên siyasî werin azadkirin û mafên tevahî pêkhateyan di destûrê de werin mîsogerkirin."
Emel Qehreman diyar kir ku şer naxwazin, lê jiyanenek bi rûmet dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Eger Tirkiye banga aştiyê pêk neyne em ê mafê parastina hebûna xwe bidomînin."
Hesen Berko piştgirî da biryara PKK’ê û wek "gaveke mezin ku rihê berpirsyariyê li hemberî siberoja welat nîşan dide" bi nav kir.
Hesen Berko di dewama axaftina xwe de got: "Rêber Abdullah Ocalan destê xwe ji aştiyê re dirêj kiriye, lê dewleta Tirk di herî carî de aştî red kir. Rewşa siyasî û leşkerî yek vebijêrk an ku diyalog li ser Enqereyê ferz dike. Bi hêza çekê îradeya gelan nayê şikandin."
Hesen Berko da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aştiyê dixwaze, lê ji mafên xwe nayê xwarê. Her wiha destnîşan kir ku paşguhkirina banga PKK’ê wê aloziyên navxweyî yên Tirkiyeyê mezintir bikin got: "Rojhilata Navîn bûye mîna volkanekê ye dibe. Eger bangên aştiyê neyên bersivandin, dibe ku ne tenê li Tirkiyeyê lê li gelek welatan ev volkan biteqe."
(bb)
ANHA