Şêniyên Til Temirê: Herêm di qonaxeke aloz re derbas dibe ku yekitiyê hewce dike

Şêniyên bajarê Til Temirê diyar kir ku berxwedana li Şêxeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd helwesteke hevbeş bû ku hişmendiya gel a girîngiya rêxistin û yekitiyê Ii dijî xetereyan nîşan dide. Şêniyan da zanîn ku herêm di qonaxeke aloz re derbas dibe ku yekitî, hevgirtin û piştgiriya hevbeş di navbera hemû pêkhateyên civakê de hewce dike.

Şêniyên Til Temirê: Herêm di qonaxeke aloz re derbas dibe ku yekitiyê hewce dike
14 ÇILE, 2026   02:45
HESEKE
EBILXENÎ EL HAMAN

Bertekên gel ên li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê her ku diçe zêde dibin. Şêniyên bajarê Til Temirê, pêkanîna sûcan li dijî şêniyên wan taxan û revandina bi sedan kesan ku çarenûsa wan hîn ne diyar e, şermezar kir.

Şêniya bi navê Hevîdar Mihemed Elî, dkiyar kir ku yekîtî û hevrêziya di navbera gel de, her wa piştgiriya gel bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên parastinê, bû bingeha têkbirina planên dijmin, tevî topbarana dijwar û hewldanên tirsandinê.

Hêvîdarê got herêm di qonaxek aloz re derbas dibe ku ji her demê bêtir yekîtî, xurtkirina hevgirtinê û piştgiriya hevbeş di navbera hemû pêkhateyên civakê hewce dike.

Şêniyê bi navê Fadil Elî got: "Berxwedana şêniyên taxên Şêxeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd, bawerî xurt kiriye, ku rêxistinbûn û yekîtîya gel dikare êirşan têk bibe û herêmê ji hewldanên dagirkirin û tirsandinê biparêze."

Elî wiha lê zêde kir: "Berxwedana gel a şêniyên Şêxeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd peyamek zelal şand ku sivîl, bi îrade û rêxistina xwe, dikarin polîtîkayên êrişkar pûç bikin û tirsê bişkînin. "

Şêniya bi navê Xedîce Îbrahîm berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên Şêxeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd silav kir û diyar kir ku piştgiriya gel ji bo van hêzan bûye bingeha parastina sivîlan û kêmkirina windahiyan.

Xedîcayê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku binpêkirinên çeteyên hikûmeta demkî şermezar bikin û ji bo pêkanîna edaletê û şêniyên taxên Helebê bixebitin.

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku birêxistinkirin û xurtkirina yekitiya gel bingeha parastina rûmet û mafê gel ê jiyanê ye.

(k)

ANHA