Jinan bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir

Jinan komkujî û binpêkirinên li dijî jin, zarok û sivîlan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Jinan diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van komkujiyan bûye sedema zêdebûna sûcan.

Jinan bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
14 ÇILE, 2026   05:25
QAMIŞLO

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş û binpêkirinên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.

Sakîna Ebû Zêd a ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qewimîn, êdî nayê qebûlkirin û da zanîn ku ev bêdengî dibe sedema berdewamkirina binpêkirinên li dijî sivîlan.

Sakînayê diyar kir wêneyên ku li ser medyaya civakî belav dibin û binpêkirinên giran nîşan didin, sûcekî şer û binpêkirineke eşkere ya nirxên mirovan û qanûna navneteweyî ne, û diyar kir ku cîhanê ev bûyer hemû dîtine lê bê deng maye.

Selamet Remo komkujî û binpêkirinên nemirovane yên li dijî şêniyên her du taxan şermezar kirin û diyar kir ku bêdengiya navneteweyî tê wateya ku “wan çiraya kesk daye bo berdewamkirina van êrişan, ev jî tê wateya hevkariya rasterast”.

Xaliya Ehmed berxwedana xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û wek berdwedaneke dîrokî a li dijî êrişan bi nav kir. Xaliyayê her wiha binpêkirin û êrişên li dijî sivîlan şermezar kirin û diyar kir ku bêdengiya navneteweyî li hember van kiryaran binpêkirina nirxên mirovan e. Xaliyayê xwest tedbîrên lezgîn werin girtin da ku kesên hatine revandin werin berdan û sivîl werin parastin.

Henîfe Mihemed a ji bajarê Dêrikê jî bi tundî tiştên ku li her du taxan qewimîn şermezar kir û diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî ji sûcan bi xwe ne kêmtir e. Henîfa daxwaza lpirsîn û darizandina sûcdaran kir.

Eyşa Çaqîş a ji bajarê Reqayê diyar kir ku tiştên li taxên Şêxeqsûd û Eşrefiyê qewimîn "xemgîn û nayê qebûlkirin" bûn. Eyşayê da zanîn ku divê jin li dijî van sûcan yekgirtî bin û ji bo parastina xwe û parastina rewa bixebitin da ku pêşî li dubarebûna van sûcan bigirin.

Eyşayê bang li rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, dewletên herêmî yên têkildar kir ku di derbarê sûcên li dijî Kurdan têne kirin de helwestek tund bigirin û da zanîn kir ku Kurd beşeke tevna civakî ya Sûriyeyê ne.

Afraa El Ehmed jî êriş û sûcên li dijî sivîlên li her du taxan şermezar kirin û bang li hemû welat û rêxistinên navneteweyî kir ku bêdengiya xwe ya li hember van binpêkirinan bişikînin.

Ferîde Ebdulrehman a ji bajarê Reqayê diyar kir ku "jinên Reqayê êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi taybetî sûcên li dijî jin û zarokan bi tundî şermezar dikin”.

(k)

ANHA

REQA