Hêza Ensar El Sunne li Sûriyeyê zêde bûye, li Hemayê xalên kontrolê danîn

Çeteyên Ensar El Sunne hebûna xwe li deverên ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê, bi taybet li gundewarên rojavayê Hemayê, zêde dikin. Çavkaniyan behsa sûcên wan çeteyan û zêdebûna bandora wan li seranserê axa Sûriyeyê kir.

Hêza Ensar El Sunne li Sûriyeyê zêde bûye, li Hemayê xalên kontrolê danîn
14 ÇILE, 2026   04:05
HEMA

Li gundewarên rojavayê Hemayê yên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, sûc û kiryarên mezhebî li dijî Elewiyan bi awayekî tirsnak zêde bûne. Li herêmê bandora komên çekdar ên tundraw, bi taybetî Ensar El Sunne ku li gorî çavkaniyên herêmî di bin sîwana hikumeta demkî ya Sûriyeyê de yan jî bi hevkariya wê ya rasterast dixebitin, zêde bûye.

Li gorî şêniyên herêma El Resafa û deverên derdorê, li gundewarê rojavayê Hemayê xaleke kontrolê ya ewlehiyê ya Ensar El Sunne bi aşkerayî cudakariya mezhebî dike. Ev kom sivîlan radiwestîne û li ser ola wan têne lêpirsînkirin, dûre rastî bêrêzî û gotinên biçûkxistinê li dijî Elewiyan tên, her wiha bi awayekî keyfî Elewiyan digirin. Şêniyan diyar ku ev kiryar bûne sîstematîk, ne bûyerên kesane ne.

Şêniyên deverê destnîşan kir ku rêjeya binpêkirinan ji komkujiyên meha Adarê ya sala borî ve, ku ji aliyê hêzên hikumeta demkî ve hatine kirin, zêde bûye. Her wiha dan zanîn ku ji wê demê ve wan xwe ewle yan aram hîs nekiriye, ji ber ku tu lêpirsîn an tedbîrên ji bo astengkirinê wan kesên sûcdar nehatine kirin.

Navê komê cara yekem di 22`yê Hezîranê de belav bû, dema ku berpirsiyariya teqîna xwekuj a di hundirê Dêra Mar Elias li Şamê de girt ser xwe ku 25 kes tê de hatin kuştin.

Her wiha berpirsyariya êrişa xwînî ya di 26`ê Kanûnê de ku Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li taxa Wadî El Dahab a Humsê ya Elewiyan girt ser xwe ku di encamê de 8 kes hatin kuştin. Di daxuyaniyên xwe de, komê soz da ku êrişên li dijî kesên ku ew wekî "kafir û murted" bi nav dike, bidomîne, vê yekî jî tirsên kêmneteweyên olî û mezhebî yên Sûriyeyê zêdetir kir.

Li gorî hesabên çeteyên vê komê yên li ser Telegramê, ev kom di meha Hezîranê de di bin serokatiya kesekî bi navê "Ebû Ayşe El Şamî" de hatiye damezirandin û di nava refên wê de rêber û endamên berê yên "Heyet Tahrîr El Şam" jî hene.

Ji bilî êrişên li ser cihên îbadetê, vê komê berpirsiyariya kuştina gelekkesan, û her weha şewitandina deverên daristanî yên li herêma peravê ya Sûriyeyê,, di havîna borî de girt ser xwe.

Şêniyên gundewarên rojavayê Hamayê ji bo mudaxeleya bilez bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin da ku dawî li "cudakariya mezhebî ya sîstematîk" bînin û parastina sivîlan misoger bikin. şêniyan diyar kir ku ev binpêkirin tevna civakî têk dibin û welêt ber bi parçebûn û bêaramiyê ve dibin.

(k)