Şêniyên Til Temirê 80 şehîd bi bîr anîn

Şêniyên Til Temirê 80 şehîd bi bîr anîn û tekez kir ku fedakariyên şehîdan nayên jibîrkirin û bîranînên şehîdan dê di dilê nifşên siberojê de zindî bimînin.

Şêniyên Til Temirê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Til Temirê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Til Temirê 80 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Til Temirê 80 şehîd bi bîr anîn
26 sibat, 2025   14:14
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, ji bo 80 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Parastina Gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di mehên Kanûn, Çile û Sibatê de di salên cuda de şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîm li salona Meclisa Malbatên Şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Nehla El Xelef axivî û bal kişand ser fedakariya mezin a şehîdan a ji bo parastina xaka xwe.

Nehla qehremaniya şehîdên Til Temirê, bi taybet ew şehîdên ku 23’yê Sibata 2015’an li hember êrişa çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî li ber xwe dan, bi bîr anîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Xabûrê Neynewa Moşî jî axivî û destbîşan kir ku fedakariyên şehîdan hêviya jiyanê da Til Temir û Xabûrê, her wiha soz da ku heta serketinê rêya şehîdan bidomînin.

Merasîm bi axaftina endamê Buroya Têkiliyên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Bahoz Heqî bi dawî bû: Heqî got: "Xwîna hevrêyên me vala naçe. Hemû planên ku bi armanca têkbirina destkeftiyên bi xwîna hevrêyên me hatine bidestxistin, hatin têkbirin.”