Şêniyên Qamişloyê ji malbata şehîd Bêkes re sersaxî xwest

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Bêkes Qamişlo de beşdaran soza şopandina rêya şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê da.

26 sibat, 2025   14:46
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Bêkes Qamişlo (Welîd Elî) re xwest ku 23`yê Çileyê li bendava Tişrînê di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Konê sersaxiyê li ber deriyê mala şehîd Bêkes Qamişlo ya li taxa Hilko ya Qamişloyê hate vedan.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatê Şehîdan Mihyedîn Hesen got: "Şervanên me bi hêz û vîna xwe ya mezin em gihandin vê roja dîrokî, keç û xortên vî welatî canê xwe kir diyarî heya ku em gihaştin vê astê.”

Mihyedîn Hesen di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Bêkes Qamişlo re xwest û got: "Em wek Meclisa Malbatê Şehîdan soz didin hemû şehîdan ku em her dem alên wan bilind bikin û şopdarên xeta wan bin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî axivî û da zanîn ku xeta şehîd xeta tolhildan, berxwedan û rûmetê ye û got: “Em di hizûra van dayik û bavên qehreman de dibêjin şehîd namirin û bijî Rêber Abdullah Ocalan.”

Endama Kongra Star Sîham Hisên jî hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Em ji vî cihê pîroz heya bendava Tişrînê ji şervanên xwe re silavan dişînin.”

Di dawiya merasîmê de belgenameya şehîd Bêkes Qamişlo hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(re/k)

ANHA