Şêniyên Til Birakê girîngiya yekrêziyê destnîşan kirin

Hêzên Erka Xweparastinê û Meclisa Bajarê Til Birakê ji bo şêniyên bajêr civînek li dar xistin, di civînê de girîngiya yekrêziyê li hember dijwarîyan destnîşan kirin, her wiha qurbanîyên ku civakên herêmê di oxira bidestxistina azadîyê û parastina destkeftiyên xwe de dane silav kirin.

Şêniyên Til Birakê girîngiya yekrêziyê destnîşan kirin
Şêniyên Til Birakê girîngiya yekrêziyê destnîşan kirin
Şêniyên Til Birakê girîngiya yekrêziyê destnîşan kirin
Şêniyên Til Birakê girîngiya yekrêziyê destnîşan kirin
Şêniyên Til Birakê girîngiya yekrêziyê destnîşan kirin
Şêniyên Til Birakê girîngiya yekrêziyê destnîşan kirin
Şêniyên Til Birakê girîngiya yekrêziyê destnîşan kirin
Şêniyên Til Birakê girîngiya yekrêziyê destnîşan kirin
15 îlon, 2025   17:04
HESEKÊ

Hêzên Erka Xweparastinê, bi hevkariya Meclisa Bajarê Til Birakê ya kantona Cizîrê, ji bo xurtkirina têkiliyan û nûkirina soza xwe ya berdewamiya têkoşînê li bajêr civînek li dar xistin. Şervanên Erka Xweparastinê, malbatên wan û malbatên şehîdan, her wiha şêx û rûspiyên eşirên ereb ên herêmê û endamên rêxistinên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Civîn li Hola Meclisê hat lidarxistin, endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê Nûrî Mehmûd girîngiya yekrêziyê li hember zehmetiyên heyî destnîşan kir. Her wiha girîngiya têkoşînê ji bo bidestxistina serkeftinê tekez kir û got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê, hin hêz bi tenê bi berfirehkirina kontrola xwe û xurtkirina desthilatdariya xwe mijûl bûne, ji bilî hêzên me, ku fikara wan a sereke himwelatî, mirovahî û rêzgirtina gel e."

Mehmûd diyar kir ku projeya neteweya demokratîk bi xwîna gel hate avakirin û bû modelek ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike.

Mehmûd wiha domand: “Erkê parastina vê projeyê ne tenê dikeve ser milê hêzên leşkerî, lê di heman demê de dikeve ser milê gel.”

Mehmûd pesnê rola mezin a şehîdan di parastina bingehên şoreşê de da û bang li hêzên ku di çeperên têkoşînê de bi cih bûne kir û got: “Her dilopeke xwêdan ji eniyên we li çeperên şer diherike, deryayê rûmetê û rêya e ku nifşên pêşerojê dê heta bidestxistina azadiyê bişopînin.”

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Nisrîn Ewad, hewldanên pêkhateyên herêmê ji bo bidestxistina azadiyê nirxand û got: “Baweriya me bi xort, keç û şêniyên me heye ku guhertina civakî, siyasî, armanc û projeya netewa demokratîk bi parastina xwe ya rewa bidest bixin. Parastina rewa, erkeke exlaqî û mirovî ya her kesî ye.”

Di dawiyê de beşdarên civînê, nêrînên xwe derbirandin û gotin yekitî niha gelekî girîng e û soz dan ku tev li parastina axê û destkeftiyan bin.

(şx)

ANHA