Foruma Sûriyeyî li Hesekê berdewam e

Di rûniştina sêyemîn û çaremîn a Foruma Sûriyeyî de hate destnîşankirin ku, “Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk” rêya şoreşê ye ji bo ku civakê li ser bingeha azadiya jinan û redkirina netewdewletê vegerîne reseniya wê ya rastîn. Tenê bi rêya vê rêgezê rê li pêşiya krîzên taîfî û olî dê bê girtin, yekitiya Sûriyeyê dê were parastin û pêkhateyên wê dê tev li çarçoveya demokratîk a giştî bibin.

Foruma Sûriyeyî li Hesekê berdewam e
15 îlon, 2025   17:52
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn dewam dike. Forum bi dirûşma "Manîfestoya Aştî û Civakeke Demokratîk Mîsogreiya Avakirina Sûriyeya Nûjen e" bi amadebûna 120 siyasertmedar, rewşenbîr, nûnerên rêxistinên jinan, çalakvanên ji civakên cuda yên Sûriyeyê û serokên eşîrên Ereb, tê lidarxistin.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl rûniştina sêyemîn a bi sernavê “Girîngiya pêşkêşkirina însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve” bi rêve bir.

Xelîl wateya manîfestoyê şîrove kir û got: “Ew rêya şoreşê ye, ji bo ku civakê li ser bingeha azadiya jinan û redkirina netewdewletê vegerîne reseniya wê ya rastîn. Tenê bi rêya vê rêgezê rê li pêşiya krîzên taîfî û olî dê bê girtin, yekitiya Sûriyeyê dê were parastin û pêkhateyên wê dê tev li çarçoveya demokratîk a giştî bibin.”

Piştî nirxandineke kûr û berfireh a Manîfestoya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, Xelîl diyar kir ku demokrasî, jiyana komînal, alternatîfê pergala navendî ya netewdewletê ye, ji dozên herêmê re çareserî ye. Xelîl di dawiyê de got ew pabendî avakirina Sûriyeya demokratîk in.

Berdevka Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê rûniştina dawîn a forumê ya bi sernavê “Pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk û asoyên çareseriya sûriyeyî” bi rêve bir.

Emîne destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan “Aştî û Civaka Demokratîk” di dîroka dozên Rojhilata Navîn de, xaleke dîrokî ye û wiha domand: “Ev bang, sînorên çareseriyên leşkerî derbas dike. Ew projeyeke siyasî, bîrdozî ya giştî ye.”

Emîne diyar kir ku agirbest ne tenê bi rawestandina şer lê belê bi rêya avakirina civakeke demokratîk a pirreng ku mafên pêkhateyan nas dike, pêk tê. Her wiha anî ziman ku pêşkêşkirina têgeha netewa demokratîk wek alternatîfê netewdewletê û felsefeya konfederaliya demokratîk wek çarçoveyeke nenavendî û bi beşdariya gel, xala herî girîng a banga Rêber Abdullah Ocalan e.

Emîne daxuyakirin ku banga Rêber Abdullah Ocalan, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, çareseriya aştiyane û danûstandinê dipejirîne, pirsgirêka Kurd bi avakirina aştiyê li Tirkiyeyê û herêmê ve girê dide.

Emîne Osê behsê kir ku rizgarkirina jinan, edaleta civakî û lihevhatinê bingehên her aştiyeke domdar e û got: “Rêber Abdullah Ocalan nêrîneke wisa pêşkêş kir ku sînorên beşî yên dewletan derbas dike, asoyên hevkariyê di navbera gelan de li ser bingeha azadiyê û demokrasiyê vedike. Lewma misogerê istiqrara herêmî û cîhanî ye.”

Di dawiyê de Emîne got însiyatîfa aştiyê ne tenê ji bo gelekî ye lê belê hewl dide herêmê ji bahoza krîzan xilas bike, ji bo avakirina rojhilateke navîn a nû li ser bingeha demokrasiyê, aştiyê û wekheviyê, rê vedike.

Beşdaran xalên her du rûniştinan bi hurgulî nirxandin û teqezî bi girîngiya komînan kirin ji ber ku bingeha civaka demokratîk in. Her wiha bang kirin ku ji bo pêşxistina civaka Sûriyeyê mekanîzmeyek bê dayîn, destûreke giştî ku mafên tevahî beşên civakê misoger dike, were amadekirin. Beşdaran bang kirin ku dewleta Tirk destwerdanê kar û barên Sûriyeyê neke.

Çaverê ye ku forum bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA