Şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Beşar Dihêm

Bi sedan şêniyên bajarê Til Birakê û gundewarê wî sersaxî da malbata şervanê Hêzên Komandos şehîd Beşar Dihêm û soza şopandina rêya wî da.

11 adar, 2025   17:06
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê berê xwe da gundê Reyhaniyê û sersaxî da malbata şervanê Hêzên Komandos şehîd Beşar Ebdulxaliq Dihêm ê ku di 4'ê vê mehê de li gundewarê Helebê şehîd bûye.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Buşra El Helûş sersaxî da malbata şehîd û girêdana bi fedakariya şehîdan û xwîna wan teqez kir.

Endama Kongra Star Ezra El Hisên destnîşan kir ku ne ji fedakariya şehîdan bûya tu carî ewrên tarî ji ezmanê welêt nediçûn û roja azadiyê hilnedihat.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Salar Elî got: "Bi fedakariya şehîdan welat ava dibin, ne ji wan bûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê biba navenda terorê. Em soz didin wan ku rêya wan bişopînin û armancên wan pêk bînin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Yûsif Kotî jî fedakariya şehîdan bi bîr anî.

Rûspiyê eşîra Boxetab Şêx Mihemed Hesnawî El Cedûh yekbûn û hevgirtina pêkhateyên herêmê ya li hemberî dagirkeriyê silav kir.

Di dawiya merasînê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Beşar Dihêm hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

(mh/fr)

ANHA