Şêniyên Tebqa û Holê rojbûna Pêxember Mihemed bi bîr anîn

Pêkhateyên kantona Tebqayê û bajarê Holê yê kantona Cizîrê rojbûna Hezretî Pêxember Mihemed bi bîr anîn û hêvî kirin ku biratî û dilovanî li her derê belav bibe.

4 îlon, 2025   22:05
TEBQA

Saziya Olî ya kantona Tebqayê û Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya rojbûna Hezretî Pêxember Mihemed li mizgefta El Furqan a bajêr merasîmek li dar xist.

Di merasîma ku bi dehan şêniyên kantonê tev lê bûye de, ayetên quranê hatin xwendin. Dûre serokê Meclisa Olî ya kantonê Ebdulmutalib El Batran axivî û netewa îslamî bi vê boneyê pîroz kir. El Batran bang kir ku xwedî li nirxên Pêxember bê derktin di serî de jiyana hevbeş û hevgirtina di navbera pêkhateyan de.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Hamid El Ferec axivî û behsa girîngiya têgihiştina rast a dîroka Pêxember û ola îslamê kir a ku “rêxistinên terorîst” hewl didin wê li gorî berjewendiyên xwe berovajî bikin.

El Ferec destnîşan kir ku xwedîderketina li rêgeha Pêxember, rêya avakirina civakên adilane ye ku sûc û zulmê red dikin.

Di dawiya merasîmê de, ayînên olî hatin lidarxistin.

Girêdayî heman mijarê şêniyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê di çarçoveya însiyatîfa Rêveberiya Xweser bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de, bi boneya rojbûna Hezretî Pêxember Mihemed, şêranî li pêşniya mizgeftan belav kir.

Hevserokê nivîsgeha partiyê ya li Holê, Emmar El Musa diyar kir ku ev însiyatîf, giyanê biratiya di navbera ol û baweriyan de rave dike. El Musa netewa îslamî bi vê boneyê pîroz kir.

(şx)

ANHA

HOL

TEBQA