Li Hesekê şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Hesekê şehîd Çiya Rizgar û şehîd Bêrîtan Amed bi bîr anîn û soza domandina têkoşînê dubare kir.

Li Hesekê şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed hatin bibîranîn
4 îlon, 2025   22:02
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê ji bo endamê Koordînasyona Komalên Ciwanan şehîd Çiya Rizgar û şehîd Bêrîtan Amed merasîma bîranînê li dar xist ku bi sedan ciwan û şênî tev lê bûn.

Di merasîm li hola Serdem hate lidarxistin de, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Zêwer Elî axivî û diyar kir ku malbatên şehîdan hêz û îsrara xwe ji xwîna zarokên xwe yên şehîd werdigirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Xweparastinê Nûrî Mehmûd jî destnîşan kir ku ev projeya demokratîk a ku hemû pêkhateyan diparêze, bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Endamê Desteya Hevseroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û fermandar Nûreddîn Sofî û herdu şehîd bi bîr anîn û bang li ciwanan kir ku hevgirtina xwe xurt bikin.

Piştre li ser jiyana şehîd Çiya Rizgar belgefîlmek hat pêşandan û di dawiya merasîmê de ciwanekî bi navê "Egîd Çiya" soza xwe ya tevlêbûna tevgera azadiya Kurdistanê da.

(mh/şx)

ANHA