ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-9-2025
5 îlon, 2025   02:00

Li Sûriyê êdî bernameyek ne hikûmî û neruxsetkirî beşê aborî û bank xistiye bin kontrola xwe. Rola bankên navendî yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê hatine paşguhkirin û êdî bar ketiye ser bernameya nû ya neruxsetkirî. 

Parlamentera DEM Partiyê û endama “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî” Meral Daniş Beştaş diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hîn neketiye rojeva komîsyonê, lê ew di wê baweriyê de ye ku dê hevdîtin dereng nemîne û ji derveyî hevdîtinê tu vebijêrk nîn in.

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ku bi berdêlên giran pêş ketiye, nimûneya pratîkî ya yekitiya gelan pêşkêş dike. Şêniyan xwestin ku ev nimûne li gelemperiya Sûriyeyê were pêkanîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji Heleb û Efrînê li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdulah Ocalan helwesta xwe anî ziman û diyar kir ku banga Rêber Apo şer red dike û ji bo çareseriya siyasî ye. Jinan destnîşan kir ku bang ji bo tevahî cîhanê ye, lê hîn jî dewleta Tirk bi israr li ser xeta xwe ya berê ye. BI WÊNE Û DÎMEN