Şêniyên Siweydayê daxwaza biryara 2254 kirin

Şêniyên Siweydayê xwepêşandanên xwe didomînin û banga “çûyîna El Esed” û pêkanîna biryara 2254 dikin.

Şêniyên Siweydayê daxwaza biryara 2254 kirin
4 kanûn 2023   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên xelkê Siweydayê li qada Kerame berdewam in. Xwepêşandêr ji zêdetirî 100 rojan ve banga mafên xwe yên rewa û çûyîna El Esed dikin.

Duh xwepêşandêran, avahiya partiya Baas a li bajarokê Zîbîn girt.

Çavkaniyek xwecih ragihand ku xwepêşandarên li bajarokê Zîbîn dilsozê xwepêşandana aştiyane ne û piştgiriya xelkê dikin, wan şaxê partiyê bi temamî girtiye.

Ji zêdetirî 100 rojan ve, xelkê Siweydayê li qadan e û banga pêkanîna biryara 2254 û çûyîna El Esed û serbestberdana girtiyan dikin.

(şx)