Ji Meclisa Malbatên Şehîdan banga lezgîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bang li gelê Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl û saziyên hiqûqî kir ku dakevin qadan û ji desthilata Tirkiyeyê bixwazin ku piştî erdheja li Stenbolê, agahiyên der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike.

Ji Meclisa Malbatên Şehîdan banga lezgîn
4 kanûn 2023   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke nivisîk anî ziman ku ew li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikarin. 

Di daxuyaniyê de meclisê balkişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta tunekirina çanda berxwedana û azadiyê li Îmraliyê dimeşîne.

Meclisê got malbatên şehîdan li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in nemaze vê sibê li Stenbolê erdhej çêbû.

Meclisê bang li gelê Kurdistanê, gelên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin, hêzên demokratîk kir ku dakevin qadan ta ku agahî têkildarî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan werin zanînin.

(şx)

ANHA