Li Girê Spî serçeteyekî dewleta Tirk hat kuştin

Li Girê Spî ya dagirkirî di encama şerên di navbera komên çeteyan de serçeteyekî artêşa dagirker hat kuştin.

Li Girê Spî serçeteyekî dewleta Tirk hat kuştin
4 kanûn 2023   16:16
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî dane zanîn ku di encama şerê ji duh ve ê di navbera çeteyên "Cebha El Şamiya′′ de, serçeteyê bi navê Ebû Cîhad Tebqa hatiye kuştin.

Duh li kantona Girê Spî di navbera çeteyên ′′Cebha El Şamiya′′ de şer derket. Di şer de çekên sivik, giran, obîs û tank hatin bikaranîn. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn, her wiha jinek û zarokek di nav de 6 sivîl birîndar bûn.

Li kantona dagirkirî qedexeya çûn û hatinê heye.

(bb)

ANHA