Şêniyên Siwêdayê daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê kir

Şêniyên Siwêdayê bendên ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di “nexşerêya çareserkirina aloziya Siwêdayê” de rêz kirine, red kirin û diyar kirin ku ev nexşerê nûnertiya wan nake û daxwaza diyarkirina çarenûsa xwe kir.

Şêniyên Siwêdayê daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê kir
18 îlon, 2025   08:17
SIWÊDA

Duh kampanya “mafê diyarkirina çarenûsê” li parêzgeha Siwêdayê dest pê kir. Şêniyên tev li kampanyayê bûne gotin ew bendên ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di “nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê” de rêz kirine, red kirin. Hat diyarkirin ku çarenûsa Siwêdayê di destê xelkê wê de ye. 

Li qada Kerame û gelek navendên din ên bajar û bajarokên Siwêdayê kampanya meydanî ya komkirina îmzeyan dest pê kir. Bi sedan şêniyên parêzgehê tev lê dibin. Şênî dixwazin ji civaka navneteweyî re bêjin ku ew bendên “nexşerêyê” ya ku 16`ê Îlonê hate ragihandin, red dikin nemaze ku nûnerên wan di civînên wê lihevkirinê de nebûn. 

Wezîrê Karên Derve yê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şîbanî roja sêşemê (16ˊê Îlona 2025ˊan) nexşerêyek der barê Siwêdayê de bi nûnerê Amerîkayê Tom Barrack ragihand. Hat îdiakirin ku armanc ji nexşerêya ku ji 10 bendan pêk tê “piştgiriya istiqrarê” li Siwêdayê ye.

`EM LI VIR IN JI BO KU ÇARENÛSA XWE DIYAR BIKIN, EW MAFÊ ME YÊ REWA YE`

Endazyar Henîn Miwefeq Xelîfe diyar kir ku mafê wan e ku çarenûsa xwe diyar bikin û got: "Em li vir in, ji bo ku çarenûsa xwe diyar bikin, ew mafê me yê rewa ye."

Henîn bang kir ku hesabê ji "hikumeta El Colanî yê terorîst" bixwazin û diyar kir ku ew êdî serxwebûnê dixwazin ji ber ku pirsgirêka wan ji pirsgirêkek bi hikumetê re mezintir e.

Henînê diyar kir ku di mizgeftan de banga qetilkirina Durziyan hat kirin û gelê ku bi salane bi hev re dijîn li dijî Durziyan rabûn û tu hesab nehat xwestin.

Çalakvanê siyasî Musena Hinawî diyar kir ku daxwaza wan “edalet, wekhevî û rûmet e” û diyar kir ku çawa ew li dijî “Beşar Esed” derketin, îro jî ew li dijî “Ehmed El Şeri” derketine. Mesna bang li civata navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin mafê Durziyan ê diyarkirina çarenûsê û veqetîna ji Hikumeta Veguhêz.

'ÊN KU LI SER PEYMANÊ ÎMZE KIRINE NÛNERTIYA ME NAKIN'

Der barê peymana sêalî ya ji bo Siwêdayê de Munesna diyar kir ku Amerîka, Urdun û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê yên ku li ser peymanê îmze kirine nûnertiya şêniyên Siwêdayê nakin û got: "Li ba me belge hene, diyar dikin ku di êrişa li dijî Siwêdayê de 5 hezar qurbanî çêbûn."

Musena bang li Heyva Sor a li Siwêdayê kir ku bang li Xaça Sor a Navneteweyî bikin ku xwe ji Heyva Sor a Sûriyê cuda bikin, ji ber ku ew jî di sûcên li Siwêdayê de şirîk bûn.

Musena destnîşan kir ku mafê nûnerê Amerîkayê Tom Barrack tune ye ku li ser navê gelê Sûriyeyê biaxive û got ku divê li gorî biryara 2254ˋan hesab ji terorîstan were xwestin.

Xwendekarê refa amadehî yê bi navê Zên Zênedîn ku dibistana wî bû wargeha koçberan got: "Hemû kesên ku hatine dixwest Durziyan bikujin. Di êrişê de xizmên min bûn qurbanî. Em banga ewlehiyê û vegera li xwendinê dikin."

(mh/fr)

ANHA