Komkara Erebî hişyarî da: Li Xezayê jenosîd tê kirin

Komkara Dewletên Ereb hişyarî da ku li Xezayê “jenosîd” çêdibe nemaze ku Îsraîlê êrişên xwe yên bejahî berfirehtir kirin. Komkarê, encamên “Komîteya Lêpirsînê ya serbixwe ya NY” ya derbarê “Îsraîlê sûcên qirkirinê” kirine, bi erênî nirxand.

Komkara Erebî hişyarî da: Li Xezayê jenosîd tê kirin
18 îlon, 2025   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Komkara Dewletên Ereb Ehmed Ebû El Xeyt got Îsraîlê êrişên xwe li dijî Xezayê firehtir kirin û ew ê bi xwe re “encamên xetere” bînin. Her wiha bi “xaleke nû ya xeteretir di rêzefîlma jenosîda li dijî gelê Filistînê” wesifand. 

Ebû Xeyt bi tundî “kiryarên sûcdar” ên hêzên Îsraîlê li Xezayê şermezar kirin. Di heman demê de encamên Komîteya Lêpirsînê ya serbixwe ya NY`yê bi erênî nirxand ku Îsraîlê “jenosîd” kiriye. Ebû El Xeyt diyar kir ku ji ber vê encamê rayedarên Îsraîlê dê bikevin daîreya hesabpirsînê di dadgeha cezayan a NY`yê de û dê civata navneteweyî mecbûr be, tev bigere, van sûcan rawestîne û hesabê ji sûcdaran bipirse. 

(şx)