Li Hesekê li ser sîstema hevserokatiyê civîn 

Li bajarê Hesekê civîneke berfireh li ser sîstema hevserokatiyê hate lidarxistin. Di civînê de rêbazên xurtkirina rola jin û zilaman di nav saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û pêkanîna hevsengiyê di navbera wan de, hatin nîqaşkirin.

Li Hesekê li ser sîstema hevserokatiyê civîn 
Li Hesekê li ser sîstema hevserokatiyê civîn 
Li Hesekê li ser sîstema hevserokatiyê civîn 
Li Hesekê li ser sîstema hevserokatiyê civîn 
Li Hesekê li ser sîstema hevserokatiyê civîn 
17 tîrmeh, 2025   17:07
HESEKÊ

Kongra Star di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên li ser sîstema hevserokatiyê de civîneke berfireh li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê li dar xist. Di civînê de bi dehan hevserokên meclis, komînên bajêr û bajarokên wî amade bûn.

Di serî de nirxandinên Koma Jinên Kurdistanê (KJK) li ser erkên hevserokatiyê, pîvanên wê û rola wê di misogerkirina mafan de, ji aliyê rêvebera Kongra Star a taxa Xiwêranê Zelale Silêman ve hatin xwendin.

Piştre rêvebera Kongra Star a Hesekê Viyan Mihemed rewşa siyasî nirxand û diyar kir ku însiyatîfa aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan 27'ê Sibatê ragihandiniye, dê bandorê li seranserî herêmê bike.

Viyan Mihemed diyar kir ku aştî ne bi şer, bi siyaseta li ser bingeha ewlehî û aramiyê tê pêkanîn.

Viyan Mihemed destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê ne tenê sazûmaniyeke îdarî ye, lê belê ew projeyeke civakî û siyasî ye, hevsengiyê di navbera her du zayendan de ji bo girtina biryarê, çêdike û hevkariyê di nava saziyên rêveberiyê de xurttir dike. 

Viyan got, demokrasî bingeha her pêşketineke siyasî û leşkerî ye, ji bilî wê aştî pêk nayê.

Dûre rêbazên pêşxistina pergala hevserokatiyê, derbaskirina hişmendiya desthilatdariyê, xurtkirina rola jinan, xurtkirina hevkariyê di nava saziyên rêveberiyê de hatin gotubêjkirin.

(mh-şx)

ANHA