Şehîd Beşar El Îbrahîm li Reqayê hate oxirkirin

Şêniyên kantona Reqayê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Beşar Ebdulselam El Îbrahîm oxir kir û soza berdewamkirina têkoşînê da.

26 sibat, 2025   15:26
REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, nûnerên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Pakrewangeha Şehîdan a bajarokê El Hikûmiye tev li merasîma oxirkirina şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Beşar Ebdulselam El Îbrahîm bûn.

Beşar Ebdulselam El Ibrahîm di 26’ê Kanûna 2023’yan de tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû û di 12’ê Kanûna 2024’an de li bendava Tişrînê di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Siwar Reqa axivî û wiha got: Beşar El Îbrahîm ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk tev li refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû û di berxwedana li bendava Tişrînê de şehîd bû.”

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Reqayê Zelîxa Ebdî behsa cesaret û îradeya şervanan kir û bal kişand ser girîngiya rola şervanan di parastina ax û nasnameyê de.

Zelîxe Ebdî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna şehîdan heta bidestxistina armancên xwe bidomînin û destnîşan kir ku ew ê fedakariya şehîdan vala neçe.

Piştre belgenameya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd Beşar hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd” spart axê.

(k)