Kobanê di dorpêçê de ye gel li ber xwe dide

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dorpêçake dijwar li ser bajar Kobanê û derdora wê ferz kir. Pêdiviyên herî bingehîn ên jiyana rojane wekî av, elektrîk û înternetên nayê peydakirin. Xwarin, derman, sotemenî û şîrê zarokan ber bi qedandinê ve diçin, her wiha êrişên tund ên li ser gundewarê berdewam dikin.

Kobanê di dorpêçê de ye gel li ber xwe dide
22 ÇILE, 2026   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber dorpêçkirina ji aliyê çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatiya ferzkirin, şêniyên Kobanê di şert û mercên mirovî yên pir dijwar de ne. Pêdiviyên herî bingehîn ên jiyana rojane wekî av, elektrîk û înternetê nayên peydakirin.

Di heman demê de çeteyên hikumeta demkî êrişî gundewarê Kobanê dikin. Şervanên YPJ’ê û QSD’ê jî bersiva êrişan didan.

 Ev êriş bi taybetî li devera Hemdaşê ya rojavayê bajêr û gundên Quba, Ceada, Hemdor, Xan Memdid, Çelabiyê û Sirînê pêk tên, ku rewşa mirovî hîn xirabtir dike.

Çalakvanan diyar kirin ku dorpêçkirin û êrişên berdewam jiyana bi hezaran sivîlan tehdît dikin. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kirin ku bi lez mudaxele bikin da ku êrişan rawestînin û piştgiriyê bidin gelê Kobanê.

Şêniyên Kobanê jî diyar dikin ku berxwedana wan berdewam dike û ew ê nehêlin ku çete bikevin bajêr. Komîte û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kobanê û komîn li gorî derfetên berdest erkên xwe yên peydakirina xizmetên bingehîn pêk tînin.

(k)