Reuters: Biryara êrişên li dijî Kurdan di hevdîtinên veşartî de hate dayîn

Li gorî 9 çavkaniyên cuda yên ji Reutersê re axivî, êrişên hikumeta demkî a li Şamê ya li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê meha Çileyê li Şam, Parîs û Iraqê di hevdîtinên li pişt deriyên veşartî yên bi rîsk hate wergirtin.

Reuters: Biryara êrişên li dijî Kurdan di hevdîtinên veşartî de hate dayîn
22 ÇILE, 2026   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên ku berê bi raya giştî re nehate parvekirin û bi mercê anonîmiyê hatin weşandin, rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) li pêşiya van êrişan nebû asteng ku hevsengiya hêzê ya li Sûriyeyê ji binî ve guhert û QSD kir hedef.

Li gorî heman çavkaniyan, Serokkomarê Demkî Ahmed El Şeri li nava rêveberiya Serokê DYA'yê Donald Trump bû muxatabê tercîhkirî yê Washingtonê.

Li gorî sê rayedarên Kurd ên ji Reutersê re axivîn, 4'ê Çileyê hevdîtinên QSD-Şamê yên li Şamê ji aliyê wezîrekî ve ji nişka ve hate bidawîkirin. Piştî rojekê jî rayedarên Şamê bi navbeynkariya DYA'yê ji bo bi Îsraîlê re hevdîtinên ewlekariyê bikin çûn Parîsê.

Li gorî 2 çavkaniyên ji Sûriyeyê, rêveberiya Şamê li Parîsê ji rayedarên Îsraîlî xwest, ku ji bo entegrasyona Kurdan dereng nexîne, dest ji teşwîqkirinê berde. Li gorî çavkaniyeke din, rayedarên Sûriyeyî operasyoneke sînorkirî pêşniyar kirin ku hin herêmên di destê QSD'ê de werbigirin û îtiraz li vê pêşniyarê nehat kirin.

Wezaretên Karên Derve û Enformasyonê yên Sûriyeyê pirsên Reutersê yên li ser hevdîtina li Parîsê bê bersiv hiştin.

ÎSRAÎL: ME ÊRIŞ ERÊ NEKIR

Li aliyê din Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Washingtonê Yechiel Leiter îdîayên ku dibêjin, Îsraîlê êrişek li ser Kurdan erê kiriye, red kir. Leiter li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam da:

"Ez bi rengekî eşkere dibêjim: Weke kesekî ku bi xwe tevlî civîna sê alî ya li Parîsê bûye; Îsraîlê ti carî êrişeke artêşa Sûriyeyê ya li hemberî Kurdên Sûriyeyî erê nekiriye. Her îdîayên bi vî rengî şaş in."