Li Binarê Qendîlê 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin

Bi boneya 41’emîn salvegera roja vejînê li gundê Zargele ya Binarê Qehdîlê şahiyek hate lidarxistin û pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Li Binarê Qendîlê 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin
14 tebax 2024   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiyên bi boneya 41’emîn salvegera 15’ê Tebaxê dewam dikin, divê çarçoveyê de li gundê Zargele ya Binarê Qendîlê şahiyek pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Destpêkê li ser navê Encûmena Gel ya Binarê Qendîlê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin; “Em dikevin 41’emîn salvegera pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, divê mehê de dîroka azadiyê destpê kir, em weke gel û tevger 41 salin bê westan şoreşê dimeşînin. Di dîroka gelê Kurd de cara yekeme şereşek wiha ji bo azadiyê tê meşandin û heya roja meya îro hatiye.

Em jivir silavên xwe ji bo Rêber Ocalan dişînin ku rêya azadiyê bidestxist û rê li tinekirina Kurdan girt. Cejna 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gerîla û hemû gelê Kurd pîroz dikîn. Em hemû şehîdên pêngava şoreşgeriyê bibîr tînin û soza şopandina rêya wan didîn.”

Piştî daxuyaniyê bê navber diruşme hatin avêtin û herî dawî jî şahî bi gerandina govendê dawî bû.