Şêniyên kantona Tebqayê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan

Şêniyên kantona Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Watanî" yên li dijî Dêrazorê meşiyan û piştgiriya QSD`ê kir.

Şêniyên kantona Tebqayê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan
Şêniyên kantona Tebqayê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan
Şêniyên kantona Tebqayê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan
Şêniyên kantona Tebqayê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan
Şêniyên kantona Tebqayê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan
Şêniyên kantona Tebqayê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan
10 tebax, 2024   15:12
TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspiyên êlên kantonê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn meşiyan.

Meşê ji Taxa Yekemîn dest pê kir. Meşvanan alên QSD`ê, pankartên "Em plana hikumeta Şamê û çeteyên wê ya ji bo têkbirina ewlehiya herêmên me red dikin", “Rêveberiya Xweser hêviya me ye… bi saya xwîna şehîdên me hate bidestxistin… QSD`ê nûnera me ye… me û destkeftiyên me diparêze” hildan.

Meş li Navenda Xwendekarên Demokratîk rawestî. Li wir serokê Hevgirtina Al El Beyt Ednan Ilêwî axivî û got: "50 sal e sûcên rejîma zordest berdewam in. Di van 4 rojên dawîn de,jî niyetên wê yên nebaş aşkera bûn."

Ilêwî wiha domand: "Em ji xelkê xwe re dibêjin li hember zordestan li ber xwe bidin. Ji we bêtir kesek nizane bê çi qas hikumeta Şamê û çeteyên wê li Dêrazorê zalim bûn. We bi çavê xwe dît çi bi serê we kir. Şerê wan bikin û li ber xwe bidin. Ew fitneya li ser serê îslam û misilmanan in."

Endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr Henefî got: "Hêzên hikumeta Şamê komkujiyeke hovane li dijî xelkê me yê li gundê Dehle û Cidêd Bagara kir. Di encamê de 11 kes şehîd bûn. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye."

Nûr komkujî şermezar kir û destnîşan kir ku yekitî, hevgirtin û xwedîderketina xelkê herêmê li QSD`ê ji her kesî re bersiveke diyar e.

Rûspiyê êla El Musa El Zahir Ayid El Hadî got: "Hikumeta Şamê ji êrişan armanc dike projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne, ji ber ku Rêveberiya Xweser firehtir bû."

El Hadî soz da ku êlên herêmê bi QSD`ê re li eniyekê li ber xwe bidin ji bo ku herêmê biparêzin. El Hadî di dawiyê de got: "Jin, mêr û zarokên me amade ne çekan bi QSD`ê re rakin. Em ji we re dibêjin bimeşin em li dû we ne."

(şx)

ANHA