Festîvala 7’an a Çand û Hunera Zarokan dest pê kir

Festîvala 7’an a Çand û Hunera Zarokan bi dirûşma "Em zarokên agir û rojê bi çand û hunera xwe tecrîdê têk bibin, serokê xwe hembêz bikin" dest pê kir.

10 tebax, 2024   14:42
KOBANÊ

Bi beşdariya bi dehan komên zarokan ên ji kantona Firatê, Festîvala 7’an a Çand û Hunera Zarokan dest pê kir. Festîval bi dirûşma "Em zarokên agir û rojê bi çand û hunera xwe tecrîdê têk bibin, serokê xwe hembêz bikin" ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan ve hatiye organîzekirin û li ser dika Navenda Baqî Xido ya li Kobanê dest pê kir. Pankartên bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe" û “Jin, Jiyan, Azadî" li hola festîvalê hatin daliqandin.

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê Fatma Xelîl festîval li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Dijmin dixwaze qirkirinê di nava vî gelî de di alî canî de, ciwantî de û di alî zaroktî de çêke. Lê em ê her tim bi festîvalê xwe planên dijmin têk bibin. Tu carî dijmin nikare îradeya me bişikîne."

Fatma di dawiyê de wiha got: "Gelê Kurd bi hunera xwe, bi şano, helbastên û zimanê xwe tên naskirin. Armanca vê festîvalê em rihê zarokan her tim zindî bikin. Çawa ku di civaka xwezayî de dayik xwedî li vê çand û hunerê derdiket, wê zarokê jî xwedî li vê yekê derkevin û biparêzin.”

Di festîvalê de komên stranan ên Şehîd Mizgîn, Şehîd Esmer, Şehîd Vejîn, Çiyayên Kurmênc, Koma Govendê ya Şehîd Şîlan, Koma Şano ya Şehîd Mistefa û Koma Mûzîkê ya Kulîlkên Çand  hunerên xwe pêşkêş kirin.

Festîval wê 2 rojan dewam bike.

(sş/bb)

ANHA