Şêniyên ji Lubnanê vegeriyane spasiya Rêveberiya Xweser kir

Şêniyên ji ber şer ji Lubnanê vegeriyan Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Şêniyên ji Lubnanê vegeriyane spasiya Rêveberiya Xweser kir
15 cotmeh, 2024   04:10
REQA
DÎME MIHEMED

Di encama şerê Îsraîl û Hizbullah ê li Lubnanê de nêzî 20 hezar kesî xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Lubnanê ji bo hêsankirina vegera wan kesan komîteyên şopandinê ava kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê yên ku xwe li herêmê girtine maseya krîzê ava kir. Endamên maseyê pêwîstiyên kesên ji Lubnanê tên pêşwazî dikin û cih ji wan re peyda dikin.

Kesên ji Lubnanê vegeriyan kantona Reqayê spasiya Rêveberiya Xweser kir ku pêşwaziya wan kir, vegera wan hêsan kir û pêwîstiyên wan û cih ji wan re peyda kir.

Şêniya bi nave Duha El Îsa ya ji Reqayê ku ji Lubnanê vegeriyaye got: "Êrişên dijwar li ser Beyrûtê hatin kirin. Derengî şevê em bi meşê derketin. 4 rojan me li ser sînorê Sûriye-Lubnanê li çolan mane. Piştî êş û azarên 4 rojan me xwe gihand herêmên Rêveberiya Xweser.  Li vir pêşwaziya me kir. Xwarin û vexwarin dane me û testên tibî ji me re çêkirin. Piştî tirsê em ewlehiyê hîs dikin."

Şêniyê bi nave Hîlal El Casim (55) jî ji Lubnanê hatiye Reqayê behsa zehmetiyên ku di rêwîtiya vegerê de kişandine kir û wiha axivî: "Me gelek astengî di rê de kişandin. Perê me dixwarin, ji bo me derbasî xaka Sûriyeyê bikin 50 dolar ji me standin. Dema em gihiştin herêmên Rêveberiya Xweser tiştekî wiha nebû, berevajî vê yekê bi dilgermî pêşwazî me kirin, kar û barên welatiyan hêsan kirin. Mala Rêveberiya Xweser li ser vê pêşwazîkirinê ava."

Şêniya bi nave Meryem El Ehmed a 45 salî bi xwe ji Reqayê ye, lê ji Lubnanê vegeriyaye, spasiya Rêveberiya Xweser kir got: "Em ji Lubnanê derketin, hatin Sûriye û herêmên Rêveberiya Xwese astengî tune bûn, hêsan bû. Bêyî berdêl alîkarî pêşkêşî me kirin."

(bb)

ANHA