Saetên qedexeya çûn û hatinê hatin guhartin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya hewldanên bênavber ên xurtkirina ewlehî, aştî û parastina mal û milkên giştî û taybet de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saetên qedexeya çûn û hatinê guhartin.

Saetên qedexeya çûn û hatinê hatin guhartin
18 ÇILE, 2025   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandairya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê saetên qedexeya çûn û hatinê li deverên Herêmê guhartin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser bingeha parastina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Fermandariya Giştî ya hêzên me biryar da ku qedexeya derketina çûn û hatinê ji saet 11:00’ê şevê heta 6:00’ê sibehê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were guhertin.

Ev biryar di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo zêdekirina ewlehî û parastina milkên giştî û taybet de tê.  Hêzên me bang li hemû welatiyan dikin ku bi tevahî pabendî cîbicîkirina qedexeyê bin, ji ber ku ew erkekî ewlekarî ye ku xema hevbeş ji aramiya herêmên me nîşan dide.

Hêzên me diyar dikin ku ji bo ewlekarî û aramiyê hemû tedbîrên xwe digirin û li gorî mekanîzmayên parastina can û mal tev digerin.  Em diyar dikin ku bi tevahî rakirina qedexeyê bi pêkanîna aramiya tam û vegerandina ewlekariya herêmê ve girêdayî ye.

Ji bo hevkarî û pabendbûna wan em spasiya gelê xwe dikin."

(fr)