Koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera ewle ne

Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî dimînin, daxwaza vegera ewle ya li warê xwe dikin.

Koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera ewle ne
3 adar, 2026   03:45
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Koçberên ji Serêkaniyê yên kampa Waşûkanî diyar kir ku bi salan e ew li benda vegerê ne û êdî jiyan li kampan gelekî zehmet bûye.

Koçberê bi navê Şaban Elî Hisên got: “Em dixwazin bi ewle vegerin malên xwe, bi hêvî ne ku di çarçevê lihevkirinê de dûrî bermahiyên şer û xeterêya mayînan bikarbin vegerin malên xwe. Heyanî niha têkildarî vegerê tu agahiyên fermî ji bo me nehatine dayîn. Agahiyên li ser raghandinê têne belavkirin, ne fermî ne. Em dixwazin bi hev re vegerin herêma xwe û rêya vegerê ewle be.”

Abid Mihemed Mihemed anî ziman ku hîna li gelek gundan mayîn hene û got: “Em dixwazin bi ewle vegerin. Ev demeke dirêj e koçber li benda vegerê ne û aciz bûne. Her wiha malên gelek koçberan bi temamî hatine rûxandin. Em dikarin vegerin gund û bajarê xwe û di konan de bijîn heyanî ku malên me lê bikin. Lê ya girîng herêma me ewle be. Hîna li hinek gundan mayîn hene û jiyana sivîlan wê her tim di xetereyê de be. Em dixwazin vegerin herêma xwe û di çandiniyê de bixebitin.”

Mihemed El Hisên jî anî ziman ku gundê wî bi temamî hatiye rûxandin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Eger mal di şer de nehatibin topbarankirin, li ber hewa û baranê xira bûne û ev bi salan e koçberan nikarîbûn li malên xwe binêrin û hay jê hebin.”

Mihemed Hisên got ew dixwazin vegerin malên xwe û got: “Jiyan li kampan gelekî zehmet bûye. Zarok nikarin bixwînin, xwendin û madeyên sereke yên xizmetguzariyê nayên peydakirin. Bi taybet meha Remezanê gelek zehmetî hene. Em dixwazin komîteyeke taybet were avakirin, li rewşa bajarê Serekaniyê û gundewarên wê binêrin û veger dest pê bike. Em hîs dikin ku mîna gelekî bindest û mafên wî yên jiyanê nîn in, li me dinêrin. Em jî mîna her kesî mirov in. Hest, maf û jiyana me jî mîna her kesî hene.”

ANHA