Şêniyên Hesekê daxwaza daxistina buhayê sotemeniyê dikin 

Şêniyên Hesekê ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê û lêçûnên jiyanê gilî kirin û diyar kir ku buhayê bermîla mazotê ya germkirinê gihîştiye 2.3 milyon lîreyên Sûriyeyê. Bi nêzîkbûna zivistanê re, şêniyan daxwaz kir ku buhayê sotemeniyê were daxistin û xizmetên bingehîn bên başkirin. 

Şêniyên Hesekê daxwaza daxistina buhayê sotemeniyê dikin 
Şêniyên Hesekê daxwaza daxistina buhayê sotemeniyê dikin 
Şêniyên Hesekê daxwaza daxistina buhayê sotemeniyê dikin 
Şêniyên Hesekê daxwaza daxistina buhayê sotemeniyê dikin 
Şêniyên Hesekê daxwaza daxistina buhayê sotemeniyê dikin 
Şêniyên Hesekê daxwaza daxistina buhayê sotemeniyê dikin 
3 cotmeh, 2026   07:43
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku bi bilindbûna buhayê sotemeniyê, pêdiviyên bingehîn û kirêya veguhastinê re rewşa wan a jiyanê girantir bûye. Wan hişyarî da ku bi nêzîkbûna demsala zivistanê re dabînkirina pêdiviyên germkirinê pir dijwar dibe, bi taybetî di van şert û mercan de ku hêza kirînê kêm bûye û asta dahatê jî kêm e. 

Welatiyê bi navê Silêman El Xelef got: "Rewşa jiyanê pir dijwar bûye û daxwaz ji hikûmetê kir ku şert û mercên jiyanê baş bike û xizmetên bingehîn peyda bike, bi taybet li gundan. Mazota ku ji bo germkirinê hatiye veqetandin, îsal li cem gelek malbatan nayê peydakirin, ji ber bilindbûna buhayê wê. Buhayê bermîleke mazotê gihîştiye 2.3 milyon lîreyên Sûriyeyê û dibe ku ev rewş şêniyan neçar bike ku ji rêbazên kevneşopî û seretayî yên germkirinê sûd werbigirin, wek şewitandina sergîna ajalan û çopên ku dikarin bên şewitandin." 

El Xelef her wiha ji hikumeta veguhêz û aliyên têkildar ev daxwaz kir: "Dîsa li buhayê sotemeniyê binêrin û wî kêm bikin, ji ber ku petrol ji axa herêmê tê derxistin û mafê şêniyên herêmê di çavkaniyên wê de heye." 

El Xelef ev lê zêde kir: "Daxwazên welatiyan li ser başkirina şert û mercên jiyanê û peydakirina pêdiviyên bingehîn kom dibin. Bilindbûna buhayê sotemeniyê bandor li hemû aliyên jiyanê kiriye, di nav de jî kirêya veguhastinê ku nêzî çar qatî zêde bûye." 

Ciwanê bi navê Mihemed Omer got: "Biryara bilindkirina bihayê sotemeniyê asta dahatê ya welatiyan û rewşa xizmetan li ber çavan negirtiye. Her bilindkirina buhayan divê bi dabînkirina xizmetên bingehîn re pêk were, wekî elektrîk, nan û sotemeniya germkirinê.” 

Omer zêde kir ku dahata welatiyan bi lêçûnên jiyanê re ne li hev e û li gorî gotina wî, hin karker nêzî 50 hezar lîreyên Sûriyeyê distînin, ku ev pere nikare tenê beşek ji lêçûnên rojane jî dabîn bike. 

Wî destnîşan kir ku bi bilindbûna buhayan û kirêya veguhastinê bandor li tevgera bazaran, kirîn û firotinê kiriye û barê aborî yê li ser şêniyan zêdetir kiriye. 

Omer hişyarî da ku bi nêzîkbûna demsala zivistanê re peydakirina mazotê wê dijwartir bibe, ji ber ku buhayê wê ji hêza kirînê ya beşeke mezin a şêniyên Hesekê derbas dike. 

Elî Xelef El Hisên jî got bilindbûna buhayê sotemeniyê bûye sedema zêdebûna buhayê kel û pel û xizmetan, barê aborî yê li ser şêniyan du qat zêde bûye. 

El Hisên destnîşan kir ku hin welatî êdî nikarin lêçûnên tenduristiyê bidin.

El Hisên ji hikumeta veguhêz daxwaz kir ku dîsa li rewşa jiyanê ya welatiyan binêre û ji bo krîzên ku ew pê re rû bi rû ne çareseriyan bibîne, da ku barê li ser wan sivik bibe û şert û mercên jiyana wan a rojane baştir bibin.

(x) 

ANHA