ˋEm bi rêya Cîhan û Nazim şopdarên heqîqetê binˊ

Rojnamevanan hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze sûcên xwe veşêre û rê li ber derxistina heqîqetê bigire. Rojnamevanan got, "Em bi rêya Cîhan û Nazim şopdarên heqîqetê bin."

ˋEm bi rêya Cîhan û Nazim şopdarên heqîqetê binˊ
21 kanûn, 2024   06:10
QAMIŞLO

Der barê hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji seyareya rojnamevanan re li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de ku di encamê de rojnamevan û nûçegihana ajansa me (ANHA) Cîhan Bilgîn û Rojnamevan Nazim Daştan şehîd bûn, rojnamevanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe bi me re parve kirin.  

Nûçegihana Jin Tv Jiyan Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gelek caran rasterast êrişî rojnamevan û dezgehên ragihandinê dike, bi vê yekê hemû pîvan û qanûnên mirovahiyê bin pê dike û wiha dom kir: “Ev ne cara yekemîn e ku em van sûcan şermezar dikin, lê hê jî dewleta Tirk van sûcên xwe didomîne.”

Jiyan Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina rojnamevanan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze sûcên xwe veşêre û wiha got: “Ji bo vê armancê dixwaze çavên rojnamevanan bişikîne, anku rê li ber têkoşîna wan a derxistina heqîqetê bigire.”

Jiyan Xelîl da zanîn ku ew ê her li pey şopa hevalên xwe yê rojnamevan bin û wiha got: “Em ê sûcên dewleta Tirk belge bikin û dest ji xebata xwe ya aşkerakirina rastiyê bernadin.”

Nûçegihanê Rojava Tv Serkeft Hisên jî got: "Ji bo şopandina heqîqetê hevalên me yên rojnamevan tu sînor nas nekirin û berê xwe dan herêma ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber êriş dikin."

Serkeft Hisên da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku rê li ber derxistina berxwedan û têkoşîna şervanên QSD`ê li eniyên şer bigire, hevalên wan ên rojnamevan şehîd xistin û wiha got: “Ji tevahî xebatkarên ragihandina azad tê xwestin ku ji bo domandina doza şehîdan di seferberiyê de bin."

Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Sûriya Demokrat (MSD) Şêra Osê diyar kir ku rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan bi hêza xwe ya mezin û israra xwe, xebatên xwe yên ragihandina azad di gelek qadan de pêk dianîn.

Şêra Osê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina hevalên wan ên rojnamevan xwest çavê rastî û heqîqeta li herêmê têk bibe.

(sb/fr)

ANHA