Şêniyên gundê Dêrna Axê xwarinê ji şervanan re amade dikin

Şêniyên gundê Dêrna Axê yê Çilaxa xwarinê ji şervanên li çeperên berxwedanê re hazir dikin.

Şêniyên gundê Dêrna Axê xwarinê ji şervanan re amade dikin
5 sibat, 2026   14:17
QAMIŞLO

Şêniyên gundê Dêrna Axê yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo piştgiriya şervanên li eniyên berxwedanê însiyatîfek dan destpêkirin.

Şêniyên gund xwarinê çêdikin û ji şervanên li eniyên berxwedanê re dişînin.

Xedîce Seyfedîn diyar kir ku şênî dê piştgiriya şervanên ji parastina hrêmê û gel têkoşînê dikin, bidomînin.

Xedîce anî ziman ku ev însiyatîf li hemberî keda ku şervan ji bo parastina û hebûna gelê Kurd dikin kêm e û got, piştgiriya şervanan karekî exlaqî û neteweyî ye.

Şêniyê bi navê Mecedîn Mistefa jî destnîşan kir ku şênî her tim amade ne piştgiriya hêzên xwe yên leşker bidkin û bi bîr xist ku şervan ji bo parastina gel û welat şer dikin. Her wiha got, dê heya serkeftinê hemû cûryên piştgiriyê piştgiriyê bidin.

(b)

ANHA