Desteya Enerjiyê: Qutbûna elektrikê zirarên mezin gihandiye civakê

Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê ji bo qutkirina elektirîkê li ser Kobanê û gundewarên wê daxuyanî da.

Desteya Enerjiyê: Qutbûna elektrikê zirarên mezin gihandiye civakê
Desteya Enerjiyê: Qutbûna elektrikê zirarên mezin gihandiye civakê
Desteya Enerjiyê: Qutbûna elektrikê zirarên mezin gihandiye civakê
5 sibat, 2026   14:38
KOBANÊ

Desteya Enerjiyê ya Herema Firatê di derbarê qutkirina elektirîkê de li cihê Rêveberiya Enerjiyê ya bajarê Kobanê, daxuyanî da

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama dwesteya Enerjiya ya bajarê Kobanê Aygul Mislim û bi zimanê Erebî ji aliyê Heveseroka desteya Enerjiyaê ya bajarê Kobanê Dilxaz Şêx Nebî hate xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

Ji 18'ê Çile ji ber xirabûneke di Bendava Tişrînê de, elektrî li bajaré Kobanê qut bûye. Pişti çareserkirina wê xirabûnê, elektrîk tenê ji bo 30 deçeyan gihîşt stasyona dabeşkirinê ya Kobanê û piştre dîsa qut bû. Heta roja weşandina vê daxuyaniyê. Hêjayî gotinê ye ku xeta stansiyona bilind (66 KV) di navbera her du stasyonên Kobanê û Sirînê de hevbeş e; niha elektrik digihîje stasyonên Sirîn û Eyn Îsayê, lê ji ber xerabûna xeta giştî nagihîje stasyona Kobanê.

Tevî avakirian têkiliyan bi Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî re, da ku tîmên sererastkirinê yên Midüriyeta Elektrikê ya Kobanê bigihîjin cihê xerabûnê, lê heta niha destür nehatiye dayîn. Ev yek bûye sedema berdewamiya qutbûna elektrîkê li bajarê Kobanê û gundewarên wê, tevî sozên dubare yên ji bo alikariyê. Ev rewş gumanan li cem me çêdike derbarê sedemên rastîn ên berdewamiya qutkirina elektrîkê li ser Kobanê.

Qutbûna elektrikê zirarên mezin gihandiye gelek beşên jiyanê; ji ber ku stasyonên avê, nexweşxane, aş û firin ji bo xebatên xwe pişta xwe didin elektrîkê. Ev yek krîza niha ya li Kobanê kûrtir dike, bi taybetî di rewşa dorpêça giran de ku ji aliyê komên ser bi Hikumeta Veguhêz a li Şamê ve hatî ferzkirin.

Em wek Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê, bang li rêxistinên navneteweyi dikin ku erkên xwe bi cih bînin û nebin sedema derengxistinê. Divê zextê li Hikûmeta demkî bikin da ku rê bide tîmên me bigihîjin cihê xerabûnê û xetan sererast bikin da ku elektrik bigihîje Kobanê. Her wiha, divê Wezareta Enerjiyê ya Hikumeta demkî li gorî berpirsiyariyên xwe tevbigere. Em ji wek aliyê xwe teqez dikin ku tîmên me di her kêliyê de amade ne ji bo sererastkirina xerabûyîna heyî.

(sş)

ANHA