Tevgerên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser  tevgerên Netanyahu yên li başûrê Sûriyeyê û metirsiyên têkildarî rewşa Şerîaya Rojava ya piştî şerê Xezayê .

Tevgerên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ne
22 mijdar, 2025   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de behsa serdana Netanyahu ji başûrê Sûriyeyê re kir û hişyarî têkildarî siberoja Şerîaya Rojava ya piştî şerê Xezayê da.

‘PEYAMA NETANYAHU JI BO BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊˊ

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê bal kişand ser serdana serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu a ji başûrê Sûriyeyê re kir û diyar kir ku peyameke xeternak ji bo Sûriye û herêmê ye.

Rojnameyê diyar kir ku serdegirtina Îsraîlê ji bo deverên Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma berê zêdetir bû, ev jî li gorî yasayên navneteweyî û peymana 1974ˊan binpêkirin e.

Rojnameyê destnîşan kir ku Netanyahu hewl die bi hinceta parastinê kaxiza Durziyên Siwêdayê bi kar bîne, armanca wê bicihanîna rewşa ewlehiya nû ye da ku Îsraîl destwerdana yekser li başûrê Sûriyeyê wekî ya li başûrê Lubnanê bike. Rojnameyê nivîsî ku Îsraîl hewl dide nexşeyên nû li gorî projeya "Rojhilata Navîn a Nû" xêz bike, li gel nebûna tu amadekariyên Îsraîlê ji bo piştgiriya dan û sandinên ji bo serweriya Sûriyeyê û Lubnanê misoger dikin an jî vekişîna ji herêmên kontrol kiriye.

‘PÊŞNIYARA BELAVKIRINA HÊZÊN RÛSYAYÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ TEL AVÎVÊ ŞANTAJ DIKE’

Rojnameya El Ereb diyar kir ku "Vekirina Şamê li ser pêşniyara ku Moskovê pêşkêş kiriye ku hêzên xwe yên wekî polîsên leşkerî ji nû ve li başûrê Sûriyeyê belav bike, Îsraîl bi hêrs kir. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî rojekê ji serdana wî û wezîrê parastinê Yisrael Katz, wezîrê karên derve Gideon Saar û serfermandarê artêşê Eyal Zamir ji herêma bêçek re ku bû cihê nîqaşan, êrişî serokê Sûriyeyê Ehmed El Şeri kir."

Ev cara yekemîn e ku Netanyahu helwesta xwe li hember pêşniyara hêzên Rûsyayê ya li herêma sînor nîşan dide. Çavkaniyan diyar kir ku Rûsyayê pêşniyar kiribû ku polîsên leşkerî wek hêza cudakirinê di navbera Sûriye û Îsraîlê de belav bike.

‘PIŞTÎ ŞERÊ XEZAYÊ ŞERÎAYA XEZAYÊ’

Rojnameya El Beyan hişyarî ji bo rewşa li Şerîaya Rojava, ruxmî mijûlbûna cîhanê bi agirbesta li Şerîda Xezayê re da.

Rojnameyê xwe spart raporên çapemeniya rojavayî, wekî New York Times. New York Times diyar kir ku êrişên li dijî niştecihên Filistînê nîşaneya koçberkirin û demografiya bi darê zorê ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku hikumeta rastgir a radîkal a Îsraîlê, di serî de wezîrê darayî Bezalel Smotrich hewl dide rewşa heyî bi cih bîne ku dewleta Filistînê di aliyê erdnîgarî de ava nebe. Wê yekê jî bi rêya desteserkirina deveran û lezkirina erêkirinê li ser yekîneyên niştecihbûnê yên nû dike.

Rojnameyê da zanîn ku berdewamkirina vê siyasetê dê teqîneke nû li Şerîaya Rojava bîne û asoyên aştiya adilane qels dike û "çîrûskeke biçûk a îro jî dibe ku şewateke herêmî ya berfireh bi xwe re bîne.”

(fr)