Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin

Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke biheybet cenazeyên 5 şehîdên oxir kirin. Şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da.

Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
Şêniyên Firatê 5 şehîd oxir kirin
18 ÇILE, 2025   15:36
KOBANÊ

Cenazeyên xebatkarê qada tenduristiyê Omer Hesen ku 15`ê Çileyê û Mahir Mihemed ku 17`ê Çileyê, şêniya bi navên Hêza Mihemed û hevjînê wê Edhem Elî ku di 15`ê Çileyê, endamê Meclisa Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Osman Îbrahîm ku di 15`ê Çileyê de li bendava Tişrînê şehîd bûbûn, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin oxirkirin.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê hevserokê Desteya Jîngehê a Kantona Firatê Arif Balî sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cûd Mihemed jî diyar kir êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan êrişên hovane ne û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêx Ayid Hadî jî wiha got: “Em ê tu carî dest ji xeta şehîdên xwe bernedin. Em wek pêkhateyên Ereb, Kurd û Çerkes û hemû pêkhateyên din xwedî li rêya şehîdan derdikevin.”

Ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê Fatima Salih Îbrahîm anî ziman ku armanca dewleta Tirk ew e ku gel qir bike, lê divê gel xwedî li destkeftiyên şehîdan derkeve.

Keça şehîd Osman Îbrahîm Sîlvana Îbrahîm jî axivî û got: “Ez soz didim bavê xwe ku tola bavê xwe ji dewleta Tirk a dagirker hilînim. Serê me bi şehîdên me bilind e.”

Piştre belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi tilîliyan û bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

(sş/k)

ANHA