Hesariyan piştgirî da QSD’ê; ‘Ne pêkan e em gavekê bi paş ve biavêjin’

Eşîra Hesariyan a Kurd bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo QSD`ê nîşan da û diyar kir “Em bi saya ciwanên xwe ber bi azadiyê ve diçin, ne pêkan e em gavekê bi paş ve biavêjin.”

Hesariyan piştgirî da QSD’ê; ‘Ne pêkan e em gavekê bi paş ve biavêjin’
Hesariyan piştgirî da QSD’ê; ‘Ne pêkan e em gavekê bi paş ve biavêjin’
Hesariyan piştgirî da QSD’ê; ‘Ne pêkan e em gavekê bi paş ve biavêjin’
Hesariyan piştgirî da QSD’ê; ‘Ne pêkan e em gavekê bi paş ve biavêjin’
18 ÇILE, 2025   15:44
QAMIŞLO

Yekitiya Hesariyan ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Stada Şehîdan a 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê endamên yekitiyê Viyan Îbrahîm û Mişel Hesarî ve bi erebî û kurdî hat xwendinDi daxuyaniyê de hat diyarkirin ku QSD bi berxwedana xwe ya dîrokî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parastina hebûn û destkefiyên şoreşê dike û wiha hate gotin: “Em li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, piştgiriya zarokên xwe yên di nava hêzên QSD`ê de dikin. Ne pêkan e em gavekê bi paş ve biavêjin. Em ê bi derfetên di destê xwe de heta bidawîkirina dagirkeriyê li ber xwe bidin.”

Eşîra Hesariyan daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Em bang li hemû aliyên navneteweyî yên têkildarî dosyaya Sûriyeyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku rê li ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêm û gelê me bigirin.”

(re/k)

ANHA