Şêniyên Dêrikê şehîd Rênas Serhed oxir kir

Beşdarên merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Rênas Serhed soza şopandina rêya şehîdan da.

Şêniyên Dêrikê şehîd Rênas Serhed oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Rênas Serhed oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Rênas Serhed oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Rênas Serhed oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Rênas Serhed oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Rênas Serhed oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Rênas Serhed oxir kir
28 cotmeh, 2025   14:21
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxayê îro cenazeyê şervanê QSD`ê Rênas Serhed (Hiseyn Elî) li Pakrewangeha Şehîd Xebat a li Dêrikê spart axê. Rênas Serhed di 25`ê vê Cotmehê de dema ku li Qamişloyê erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bûbû.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Hemîd axivî û diyar kir ku divê rêya şehîdan were berdewamkirin û têkoşîna wan were şopandin.

Serokê Komeleya Ehlê Beytê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Sînan Seydoş jî bal kişand ser hesasiyeta rewşa heyî û banga dilsoziya bi xwîna şehîdan re kir û soza berdewamiya rêya wan da. Seydoş got: "her şehîdek sembola berxwedan û qehremaniyê ye, û îrade û ramanên wan şoreşek gelêrî li dijî kapîtalîzm û rejîmên zalim ava kir."

Ji fermandarên QSD`ê Mihyedîn Xêrikê jî axivî û diyar kir ku hevalên şehîd dê têkoşîna ji bo parastina gel dewam bikin û planên dijminane yên li dijî civakê têk bibin. Xêrikî destnîşan kir ku şehîd Rênas mînakek aştiyê bû û jiyana xwe ji bo xizmetka civaka xwe terxan kir.

Piştî xwendina belgenameya şehadetê cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.

(k)

ANHA