Li ser rêya Siwêda û Şamê 2 kes hatin kuştin 6 kes birîndar bûn

Di êrişeke li ser otobuseke rêwiyan a ji Şamê ber bi Siwêdayê ve diçû de, 2 kes hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser rêya Siwêda û Şamê 2 kes hatin kuştin 6 kes birîndar bûn
28 cotmeh, 2025   14:12
SIWÊDA

Nûçegihanê me yê li Siwêdayê ragihand ku li ser rêya sereke ya di navbera Siwêda û Şamê de otobuseke rêwiyan ji hêla çekdaran ve rastî gulebaranê hat.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama gulebaranê jina ciwan bi navê Aya Selam û ciwanê bi navê Kemal Ebdilbaqî hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Birîndar tavilê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Siwêdayê.

(k)