Li Reqayê 25 ciwan tev li dewreyeke perwerdeyê bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyeyê li Reqayê dewreyeke perwerdeyê li ser ‘’Menîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’’ dest pê kir. 25 ciwan û jinên ciwan ên ji kantonê tevli dewreyê bûn.

Li Reqayê 25 ciwan tev li dewreyeke perwerdeyê bû
Li Reqayê 25 ciwan tev li dewreyeke perwerdeyê bû
Li Reqayê 25 ciwan tev li dewreyeke perwerdeyê bû
Li Reqayê 25 ciwan tev li dewreyeke perwerdeyê bû
Li Reqayê 25 ciwan tev li dewreyeke perwerdeyê bû
Li Reqayê 25 ciwan tev li dewreyeke perwerdeyê bû
Li Reqayê 25 ciwan tev li dewreyeke perwerdeyê bû
Li Reqayê 25 ciwan tev li dewreyeke perwerdeyê bû
20 tebax, 2025   17:21
REQA

Li Akademiya Ciwanan a bajarokê El Esediye yê kantona Reqayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi tevlibûna 25 ciwanan dewreyeke perwerdeyê vekir. Di perwerdeyê de pirtûka herî nû ya Rêber Ebdullah Ocalan a bi sernavê ‘’Menîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’’ hate şîrovekirin. 

Dewreya perwerdeyê 3 rojan berdewam kir, rêveberên Tevgerê pirtûk şîrove kirin, paşê di navbera ciwanan de li ser pêkanîna fikir û naveroka pirtûkê li ser erdê, nîqaş çêbû.

JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYA SIBEROJÊ BANGA TEVLÊBÛNÊ

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Reqayê Letîfa El Hesen hemû ciwanên Sûriyeyê vexwend ku tev li Tevgerê bibin.

Letîfa wiha axivî: “Bi rêya vê bangê, di pratîkkirina pergala menîfestoyê û birêvebirina vê pêvajoya hesas de, em dixwazin alîkariya wan bikin.”

Rêveberê Çalakiyên Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Îsmaîl El Elî anî ziman ku Manîfestoya Aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo qonaxa bê perspektîfên dihewîne û encamên pêkan ên ejîma navendî şîrove dike heke ev pergal li Sûriyeyê berdewam bike.

El Elî diyar kir ku demokrasî rêya yekane ye ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger dike.

(ac/şx)

ANHA