Cejna Ekîto li Tirbespiyê hat pîrozkirin

Li bajarê Tirbespiyê di pîrozbahiya cejna Ekîto de teqezî li ser yekitiya pêkhateyan, piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD’ê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk hat kirin.

1 nîsan, 2025   15:50
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Suryan bi boneya cejna Ekîto şahiyek li gundê Girê Şêran ê li başûrê bajarê Tirbespiyê li dar xist. Pêkhateyên herêmê, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan, ENKS, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên sivîl û çandî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Koma Keşafa ya Komeleya Çanda Suryanî muzîkên ji çanda suryanî pêşkêş kirin.

Hevserokên Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersum û Şamîran Denho axivîn. Di axaftinan de cejna Ekîto li gelê Suryan, QSD û malbatên şehîdan û tevahî gelên herêmê hat pîrozkirin.

Axêveran diyar kir ku cejna Ekîto sembola vejînê ye û şahida resenî û kevinbûna gelê Suryan e û hat gotin: "Ekîto cejnek ji rêzê nin e, lê belê şahida resengiya gelê Suyran e yê ku bi hezarên salan e nasname û çanda xwe parastiye. Em teqez dikin ku em bi nasname, çand û dîroka xwe ve bi pêkhateyên li ser vê axê re girêdayî ne. Ev hevbendiya dîrokî bingeha avakirina Rêveberiya Xweser û QSD’ê ye."

Hevserokên Partiya Yekitiya Suryan destnîşan kir ku ew ji bo welatekî ji hemûyan re ku tu pêkhateyan paşguh neke kar bikin û got: "Kirinên desthilata demkî ya Şamê nûnertiya xwe tenê dike. Lê em ji bo avakirina welatekî yekbûyî ku mafên hemû sûriyeyan biparêze û hêviyên wan bi cih bîne, dixebitin.

Piştre peyamên pîrozbahiyê yên cejna Ekîto hat xwendin. Koma Yesrûna ya zarokan jî govendên suryanî pêşkêş kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman jî axivî û anî ziman ku cejna Ekîto derfetek ji bo bibîrxistina kevinbûn û şaristaniya gelê herêmê ye û nîşaneya israra gelê Suryan a jiyana hevbeş bi pêkhateyên din re ye.

Nûnerê Suryanên li herêma Horan a Derayê Wedah Xorî jî axivî û got: "Ez bi serferazî hatime vir da ku cejna dîrokî ya gelê me yê resen bi we re pîroz bikin. Ekîto delîlê nûbûna xwezayê ye. Em ê bi hev re ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk kar bikin."

Di dawiya şahiyê de Koma Bar Maya ya govendên suryanî û Koma Yersûna ya girêdayî Komeleya Çanda Suryanî govend pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA