Şêniyên Çilaxayê: Em ê li hember gef û êrişan berxwedanê bidomînin

Şêniyên bajarê Çilaxa anî ziman ku ew bi roj û şev parastina bajarê xwe dikin û heyanî aramî li herêmê çêbe ew ê li gel hêzên leşkerî parastina bajarê xwe bikin.

Şêniyên Çilaxayê: Em ê li hember gef û êrişan berxwedanê bidomînin
Şêniyên Çilaxayê: Em ê li hember gef û êrişan berxwedanê bidomînin
Şêniyên Çilaxayê: Em ê li hember gef û êrişan berxwedanê bidomînin
Şêniyên Çilaxayê: Em ê li hember gef û êrişan berxwedanê bidomînin
1 sibat, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bajarê Çilaxa dikeve navbera Qamişlo û Dêrikê û komên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê tenê 8 km ji jê dûr in. Heyanî niha xetere li ser jiyana şêniyên wê heye û ew parastina xwe dikin.

Şêniyê bi navê Fîgan Hisên ji ajansa me re axivî û got: “Êriş û tehdît li ser Çilaxayê dewam dikin. Bi rêya medyayê dixwazin pêkhate li hev bikevin û di navbera Kurd û Ereban de şer çêbe.”

Hisên di berdewamê de got gel li hember van hewldanan baldar e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Şêniyên herêmê li gel hêzên leşkerî û ewlehiyê bi roj û şev parastina herêma xwe dikin. Ev şerê taybet ê li ser herêmê tê kirin dê negihêje encamê û berxwedana me lewaz nake.”

Fatma Resûl jî got parastina axa xwe berpirsyariyeke ji wan hemûyan tê xwestin û wiha dewam kir: “Ew êrişî hebûna gelên herêmê dikin û zagonên navneteweyî û mirovî paşguh dikin. Xelkê herêmê dê her tim li hemberî van êrişan li ber xwe bide û bi hêzên leşkerî re di heman çeperê de parastina gund û bajarên xwe bike.”

Mehmûd Ehmed jî wiha got: “Di vê pêvajoya zehmet de gel bi yekitî û destdayîna hev dê bikare li hember êriş û fitneyê derkeve.”

ANHA