Zêdetirî 500 kamyonên alîkariyê gihaştin Cizîrê belavkirin dewam dike

Belavkirina alîkariya mirovî ji bo koçberên li kantona Cizîrê berdewam dike, zêdetirî 500 kamyonên ku xwarin, pêdiviyên bijîşkî, pêdiviyên zarokan, betanî, doşek û alavên germkirinê hildigirin, gihaştin bajar û bajarokên kantonê.

1 sibat, 2026   03:45
QAMIŞLO

Belavkirina alîkariya mirovî ji bo koçberên li kantona Cizîrê dewam dike. Ev alîkarî ji hêla saziyên Rêveberiya Xweser, gelek komele û rêxistinên herêmî û saziyên xêrxwaziyê yên ji Başûrê Kurdistanê û Ewropayê ve tê kirin. Alîkarî bi hevrêziya Heyva Sor a Kurd û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehba yê tên belavkirin.

Li gorî komîteyên têkildar, zêdetirî 500 kamyonên alîkariyê gihaştine bajar û bajarokên kantonê. Alîkarî ji xwarin, pêdiviyên bijîşkî, pêdiviyên zarokan, betanî, doşek û alavên germkirinê, pêk tê. Her weha rojane xwarinên germ ji koçberan re tên dayîn.

Gelek rêxistinên xêrxwaziyê ev alîkarî pêşkêş kirin, ji wan Weqfa Barzanî ya Xêrxwaziyê, Rêxistina Xêrxwaziyê ya Kerkukê, Rêxistina Hana, Yeiîtiya Bijîşkên Kurd a Almanyayê, Bloka Helwesta Kurdistanê, Kanal 8, Kanala Rûdaw û Rêxistina Xêrxwaziyê ya VIM û gelek rêxistinên din.

Xebatkarên Komîteya Seferberiya Giştî ku çavdêriya karê mirovî dikin diyar kir ku sazî û rêxistinên din hîn jî di têkiliyê de ne da ku di rojên pêş de bêtir alîkariyê pêşkêş bikin.

Der barê sotemeniya germkirinê de, heya niha li zêdetirî 11 hezar malbatan hatiye belavkirin, bi tevahî nêzîkî 300 hezar lître li stargehên koçberan hatiye belavkirin.

Rêveberiya Xweser belavkirina sotemeniyê hem li ser koçberan û hem jî li ser şêniyên kantonê berdewam dike.

Navendên tenduristiyê û klînîkên rêxistinên mirovî heta niha alîkariya bijîşkî dane zêdetirî 5 hezar kesan.

Heyva Sor a Kurd îro dest bi belavkirina alîkariyan kir ku ji 34 kamyonên ku ji hêla Kanal 8 ve hatine şandin, pêk dihat.

Li gorî çavkaniyeke ku beşdarî belavkirinê bûye, hewldanên mirovî dê di demên pêş de berdewam bikin ji bo gihandina alîkariyê ji bo kesên koçber ên li kantona Cizîrê.

Li gorî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, belavkirina alîkariyan li tevahî dibistan û cihên koçberan ên li bajarên kantona Cizîrê bi dawî bûn, niha alîkarî li koçberên li malan dimînin, tên belavkirin.

Li gorî daneyan, 255 kamyonên alîkariyê derbasî Rojava bûn.516 xebatkar beşdarî belavbûnê bûn, 7 hezar û 802 malbat ên li 183 dibistanan û 12 mizgeftan dimînin sûdê jê girtine.

Her wiha 253 hezar û 332 lître mazot li 7 hezar û 139 malbatên koçber ên li 183 dibistanan û 12 mizgeftan dimînin hatin belavkirin. Xwarin jî li 35 hezar û 045 kesên li 135 dibistnan û 9 mizgeftan dimînin hatin belavkirin.

Der barê tenduristiyê de jî,  li 54 dibistanan xizmet pêşkêşî 3 hezar û 965 kesî hat kirin.

Hevya Sor a Kurd dest bi belavkirina alîkariyên ku ji aliyê Kanal 8 ve hatine hatine pêşkêşkirin, kir.

(k)

ANHA