Kovan Keno: Lihevkirin ji bo rêgirtina li ber şerekî giran baş e

Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê Kovan Keno da zanîn ku komployên li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê didomin û lihevkirina li Rojava ji bo rêgirtina li ber şerekî giran baş e.

Kovan Keno: Lihevkirin ji bo rêgirtina li ber şerekî giran baş e
1 sibat, 2026   05:50
QAMIŞLO

Girêdayî lihevkirina ku di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê Kovan Keno ji ajansa me re axivî.

Kovan Keno bi bîr xist ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser axa xwe dijî û wiha pê de çû: “Mixabin ji demeke dirêj ve komployên ku li dijî Kurdan bi têkibirina şoreşa Barzanî, girtina Rêber Abdullah Ocalan û têkibirina şoreşa Şêx Seîd pêk hatin, xwestin Kurdan qir bikin, ew komplo heta niha li her çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin.”

Kovan Keno bal kişand ser Şoreşa Rojava û da zanîn ku dema şoreşa wan dest pê kir wan dixwest mafê gelê Kurd û mafê her miletê ku bi gelê Kurd re dijî bi rêya destûrê misoger bikin.  

Kovan Keno da zanîn ku dibe ku lihevkirina di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne li gorî dilê gelê Kurd be û wiha dom kir: “Lê ew ji bo rêgirtina li ber şerekî giran baş e.”

Kovan Keno diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi destwerdanan Sûriyeyê dixwaze Kurdan ji holê rake û got: “Bila gelê Kurd bizane; ew ê dagirkerên Kurdistanê bên têkbirin.”

(sb)

ANHA