Şêniyên Amûdê li hemberî êrişan bertek nîşan dan

Xelkê Amûdê êrişên ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî gelên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê dike, şermezar kirin.

Şêniyên Amûdê li hemberî êrişan bertek nîşan dan
8 ÇILE, 2026   15:32
QAMIŞLO

Li hember êrişên komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku ji 6 Çileyê ve bi çek, dron û çekên giran li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê pêk tînin, xelkê bajarê Amûdê meşek organîze kir. Meşvanan peyamên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Xedîce Elo diyar kir ku derketina wan ji bo piştgiriya xwe bidin gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd û van êrişan bi tundî şermezar dikin û wiha got: “Kes nikare îradeya me bi şer bişkînin, tişta ku ji me were xwetin em ê bikin bi xwe û zarokên xwe em ê şerê dijminê bikin ji bo welatê xwe heya dawiyê li ber xwe bidin.”

Mihemed Ehmed destnîşan kir ku êriş û kiryarên komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk ên dagirker, li dijî mirovahiyê û aramiya mirovan in.

Mihemed Ehmed da zanîn ku armanca wan ji van êrişan ew e tevlîhevî û dûrxistina gelên Kurd ji bajarê Helebê û destayîna li ser bajêr, ji xwe meşa îro hate lidarxistin ji bo ku em ji hemû cîhan û bi taybet ji dijmin re ragihînin ku tu hêz nikare me ji welat, cih û warên me derxe.

Efaf Resûl jî xuya kir ku baweriya wan bi hêz û gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heye ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe bi ser bikevin.

Her wiha Nezimî Bekir bang li gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir ku têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin û îradeya xwe xurttir bikin, ji ber ew ne tenê ne, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pişta wan e.

(re)

ANHA